Îro şêşemê 3-9-2019 li bajarê Ezazê yê li Bakurê Helebê, motosîklekî bombekirî hat teqandin, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 11 kesên din birîndar bûn.
Çalakvan Ehmed Elhûseyn ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna motorsîklekî bombekirî de li hindirê bajêr sivîlek hat kuştin û11 kesên din birîndar bûn, û hemû hatin veguhestin bo nexweşxaneyên bajêr.
Her wiha Elhûseyn diyar kir ku teqîn li sûkek gelêrî derket û armanca wê kuştina xelkê sivîl bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî