Roja Çarşembê li Istanbûla Tirkiyê bi piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, Filmek li ser jiyana çalakvanê Sûrî “Xeyas Meter” hate pêşkêşkirin. Xeyas bi êşkenceyê li ser destê hêzên Rêjîmê di 10.Êlûna 2011an hate kuştin.
Film dîmenin belgekirî yên destpêka tevgera şoreşgerî li bajarê Dareya yê Gundewarê Şamê û zehmetiyên ku çalakvanan ,ji wan jî Xeyas Elmeter “Xandiyê Piçûk”, di qonaxa aştiyane de dîtin pêşkêş kir, her weha sedemên ku hiştin tevger ber bi çekdariyê ve here, tev ko Şoreş bi belavkirina gulan û avê li ser Leşkerên Rêjîmê despê kir.
Di destpêka ko wê Film bête pêşkêşkirin, Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yihya Mektebî got: “Şoreşa Sûrî weke encameke xwezayî û hewcedariyeke gerek bû, ji daxwaz û mafê milet ko 40 sal ji zordarî û stemê bûrandiye, û ew daxwazî bûn tevgereke aştiyane hemû berên milet tê de beşdar bûn.”
Her weha got “miletê Sûrî şoreşa azadî û rûmetê li kolan û bajar û gundên Sûriyê bi şêweyekî aştiyane ragihand, û Şaxên zeytûnê kirin simbol û bi silogana (Yek e miletê Sûriyê yek e)”
Mektebî bal kêşand ser “Rêjîm berabeiya Şoreşê bi kuştin û tiroristiyê kir û bikaranîna hemû şaxên ewlekariyê ji bo şoreşê têk bibe. Bi buhirîna demê re yaxî û cudabûna ji rêjêmê ji hêla leşker û Efseran dest pê kir û Rêjîmê berdewam bizava guherîna Şoreşê bibal çekdariyê de dikir, evê yekê jî hişt ko ew kesên ji Rêjîmê cuda bûne komên çedarî çêkin da”berevaniya xwepêşindanan bikin ,û ew destpêka rahiştina çekan bû ji bo şoreşê biparêzin.
ji aliyê xwe ve xuşka Xeyas ya piçûk “Sûzan Meter” destnîşan kir ko bavê wê ji Xeyas re di rojên înan de digot hişyar be, lê Xeyas digot an ezê şehîd bikevin an ezê bême girtin û şehîd ket.
Meter got “divê siyasetmedar li gora emaneta ko pakrewanan daye ser milên wan bin, ji ber xwîna pakrewanan di hustê wan de emanet e. ne bes tenê pesnê kirdeyên wan bidin û bîranînên wan vejînin, lê belê divê bizanin ko ew emanet in di hustê wan de. û di xwe tenê de neramin lê di hemû miletê Sûrî de biramin.”
Berdewam kir û got”di evê qonaxê de bi taybetî gerek bêalî bin, gerek guhdanê li malbatên pakrewanan bikin, ne tenê navê pakrewanan bêjin lê guh bidin malbatên wan.” Hem doz li kesên ko di biwara fêrkirinê û pirojeyan de kar dikin kir ku guh bidin wan.
Meter Berdewam kir “ Şoreşa Sûriyê tevlî aloziya qonaxê, symbol in dernanîn ko nekêmî çi simbolên şoreşên din in, û got ku guhdana bi malbatên şehîdan xizmeta şoreşê dike, û wê di paşerojê de diyar bibe.”
Jêder: Hevbendî