Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, êrîşên tiroristî yên ko xwaringehin Qamişlo amanc kirin û sivîl bûne qurbanî û Daiş da ser xwe pirotesto kir.
Endamê Desteya Siyasî Hewas Xelîl bûyer xist hustê bêçaretiya civaka Navdewletî ji birrîna koka tiroristiyê û Rêjîma Esed û Çeteyên wî nûneritiya wê dikin.
Xelîl tekez kir “ko tiştê dagîrkeriya Rûsî ji kuştaran dike ji bombebarana bajar û nexweşxanan û bargehên fêrkirinê çareseriya siyasî dereng dixe û derdê miletê Sûrî bêtir dike. Ev rewş derfetê dide Rêkxistina Daiş ko di bin siya bêserûberiyê de bêtir berfireh bibe.”
Endama Hevbendiyê Nûra Elemîr êrîşên Qamişlo pirotesto kirin, û dît ko bûyer wek şêweyê Rêjîma Esed ya tirorist e. Elemîr got: “cenga dirist li dijî tiroristiyê divê bi guherîna siyasî re be li gora daxuyaniya Cinêvê û damezirandina Desteya desthilatdara veguhêz bi hemû karûbaran. Berdewam kir : berdewamiya Esed dihêle tiroristî û rêkxistinên wê vejîn bibin.”
Jêder: Hevbendî