Serokwezîrê Tirkî Ehmed Dawûd Oxlo dît ku ” Rûsya bi mana Daiş kêfxweş e, ji ber rejîma Esed rewatiya xwe ji hebûna Daiş digr”.
Dawûd Oxlo got:” Eger were gotin wê sibe Daiş nemîne, yên wê gelekî dilnexweş bibin rejîma Esed, Iran,û Rûsya ne, herweha rêxistina PKK û Yekîtiya Dimuqrat jî wê aciz bibin, ji ber ew bi behaneya Daişê piştgiriya hin dewletan werdigrin”.
Dawûd Oxlo berdewam kir” Daiş hêza xwe ji êrîşên Rûsî li ser yekîneyên şoreşê yên ne tundrew û Artêşa Sûrî ya Azad ku berevaniyê di ber Heleb û Idlibê dikin digre, û hindek ji dewletên Rojavayî piştgiriya ” Yekîneyên Parastina Gel yên Kurdî dikin, ku Daiş û Yekîneyên Parastina Gel rolên xwe pev diguherin”.
Dawûd Oxlo diyar kir ” ji ber wilo em naxwazin ku em Yekîneyên Parastina Gel û Yekîtiya Dimuqrat li Rojavayê çemê Feratê bibînin” û tekez kir ku Tirkiyaya pêşxistinên rewşê li wir ji nêz ve dişopîne.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Burhan Xelyûn tekez kir ku Rûsya beşdarekî sereke di çêkirina rêxistna Daiş de bû, dema ku israr kir rê bigire li pêş Encumena Ewlehiyê ji bo çi destwerdanê ji bo parastina sivîlan li Sûryayê” ji kuştin û tirora rejîma Esed, herweha destê wê di çêbûna qeyrana penaberan de vê dawiyê hebû, ku hişte melyonên penaberên ji êrîşên bermîlên teqîner ber bi dewletên Ewrupî de birevin”.
Xelyûn bal kişand ser “ Eger Rûsiya hêviyên xwe bi zêdekirina tundiyê ve girêdide, bo şikandina vîna milletê Sûrî, û ferzkirna fermandariya Rûsî li ser wan, û avakirina sîstemek sîxur bi Esed re an bêyî Esed, ew berê Sûrî dide gurkirina agir, berfirehkirina şewatan, û dirêjkirina dema şer, ew şerê Rûs û rejîma Esed dijî milletê Sûrî dikin “.
Jêder: Hevbendî – Enadol