Sikirtirê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihiya Mektebî rola Netewên Yekgirtî yê alîkar di siyaseta rêjîmê de ya koçbarkirina hemwelatiyan de ye bi rêka navgîniya rêkdftinên xwecihî yên rêjîm girêdide û bi agir û zerbr û zengê disepîne li ser xelkê navçeyên dorpêçkirî ji encamê birçîkirin û bombebarankirina rojane şermezar kir.
Duhî di gotareka vîdiyoyî de Mektebî got: ku îro ji berpirsyaretiya civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî ye “rawestandina tawanên rêjîma terorist, bi sercem şêwazên xwe der heqê xelkê sûriyê, û bicihkirina biryarên navnetewî û gihandina alîkariyan û şikandina dorpêçkirinê ye, ne alîkarî di koçbarkirina hemwelatiyan de ji welat û warên wan”.
Mektebî tekez kir ku niha Esed û hevalbendên xwe destbidest siyaseta koçbarkirin û qirkirinê der heqê xelkê Sûriyê disepînin, bi rêka pilaneke pêrewkirî û dabeşkirina rolan bi şêweyek sîstematîk, ku tişta rêjîm û çeteyên Hizjbulah û pasdarên Îranê li gundewarê Şamê dikin, bitenê beşek e ji şerê qirkirin û tawanên dijî mirovstiyê ne, ku Mosko hevparek serekî yê vê yekê ye, bi rêka êrîşên xwe yên hovane û gefxwarinên wê li nişteciyan û çekdarên artêşa azad ,ji bo avêtina çekên xwe û valakirina deveran, yan jî wê rastî bombebaran û mirinê bên, wek tişta niha dike li bajarê Mi’edemiyê û li piraniya gund û bajarên gundewarê Şamê.
Dîsa got: ku êdî tawanên di derheq gelê Sûriyê de nayên veşartin, herwiha ku wêneyên Cîhan bi tevahî dibînin li ser Zebedanê û Mi’edemiyê û Dûma û Şêx Miskîn û Azazê û Sermeda û ji bilî wan ji bajarên sûriyê, qebarê wêrankariyê didin xuyakirin, li hember wê pêwîst e em civaka navdewletî han bidin bona tevgerekê bona rizgarkirina xelkê Sûriyê ji tawanên Esed û hevalbendên wî, netenê bi çareseriya siyasî û derxistina daxuyaniyên nerazîbûn û şermszarkirinê.
Mektebî bal kişand ku Rêjîma Esed bi palpiştiya heryek ji Rûsiya û Îranê dorpêçkirinê bikar tîne, weku amraz bo tewandina gelê Sûriyê û birçîkirin û koçbarkirina wî, û ev riftarê terorîstî bûye sedema şehîdbûna bi hezaran sivîl û valakirina navçeyan bi tevahî.
Mektebî tekez kir ku niha diyar bûye ku peydakirina nêzîkbûneke siyasî ya rasteqîn ne momkine di bin siha vê tawankarî û wêrankariyê de, ku bêdengî û nekarîna civaka navdewletî dergehên fereh li pêş rêjîmê vedike bo encamdana tawanên zêdetir, û herwiha ev yek rêzên tundrewan bihêz dike.
Herwiha mektebî amaje û destxweşî kir bi sebr û hedara Sûriyan nemaze şervanên li Zebedanê û gundewara Şamê û xweragiriya wan li hember dijminkarî nû dagîrkariya Rûsiya û îranê ya evdem digel bêdengî û bêzariya navdewletî.
Jêder: hevbendî