li bajarê Qamişlo roja Çarşemê 30-12-2015 di encama sê teqînên xwekujî de Zêdî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.
Teqîna yekem xwaringeha Meyamî li taxa Wista armanc kir, û ya din xwaringeha Gabiryêl li kolana Siyahî, û ya sêyem xwaringeha Elqesir li gor zanyariyên peyamnêrê malpera me li bajarê Qamişlo.
Her wiha Peyamnêrê me diyar kir ku tevaya kuştî û birîndaran hatin veguhestin bo nexweşxaneyên ( Selam- Rehmê- Niştimanî), û teqînan zirarên mezin gihandin herdû deveran.
Di heman demê de hêzên ewlekariya rêjîmê û hêzên Sotoro ew dever dorpêç kirin û bumbeyên dengî berdan da rewşa qedexekirina çûn û hatinê bisepînin.
Jêder: Hevbendî