ENKSê teqînên terorîstî yên armanckirina sivîlan li bajarê Qamişlo şermezar kirin, û di daxuyaniyekê de ENKSê da xuyakirin ku armanckirina navçeyên qerebalix li Qamişlo û di vê dema salê de û di taxekê de ku piraniya xelkên wê Xiristiyan in, yekser pêkvejiyana di navbera pêkhateyên bajêr ji kurd , Siriyan û Ereban armanc dike, herwiha giyanê biratî û aştiya navxweyî û çanda pêkvejiyanê armanc dike, ji bona koçbarkirina pêkhateyên xelkê navçeyê yên mayîn.
ENKSê tekez kir ku ev terorîst û di serî de DAIŞ û alîgirên wan, nikarin vîna gelê me ya rûbirûbûna wan û ramanên wan yên tarî kêm bikin, û ENKSê daxwaz ji hemû pêkhateyan kir ji bona hoşyarî û hayîdariyê ji kiryarên terorîstan, û daxwaza hevgirtin û yekrêziyek zêdetir û bihêzkirina piransîpên biratî û pêkvejiyan û hevkariyê kir, û herwiha bangewazî li Civaka Navdewletî kir bo lezkirinê di dîtina çareseriyek siyasî bo qeyrana Sûriyê.
Hêjayê dotinê ye ku li şeva çarşemê 30/12/2015 rêxistina DAIŞ ya terorîst di çarçovê zincîra tawanên xwe de du xwaringeh li taxa Wista û ya Siyahî li Qamişlo armanc kirin, ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bidehan kesên bêguneh.
Jêder: Hevbendî