Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi tundî teqîna xwekujî ya terorîstî ya 19’ê cehzerana 2016 an êvrî li taxa Wista li Qamişlo, ya ku piraniya nişteciyên wê Siryan û Aşûrî ne, li dijî kombûneke ji sedên Siyran û Aşûriyan li holekê bi amadebûna petrikê Siriyanên Ersodoks li Sûriya û Cîhanê şermezar kir.
Duhî roja sêşemê, Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de amaje kir ku ” dubarebûna armanckirina taxên Siryan û Aşûriyan û Xiristiyanan bi giştî, bo cara çaran di heyamê heyvekê de, ku ev yek hebûna pilaneka tawankarî ya terorîst li dijî vê pêkhateya netewî tekez dike, ji bona koçberkirina Xiristiyanan û valakirina navçeyê ji pêkhateyeke kevin, herwiha ku ev yek gotinên Rêjîmê yên parastina kêmnetewan derew derdixe, ku herdem hewl dide kaxeza kêmhejmarên netewî û olî bikar bîne, ji bo guhertina riya hevrikiyê ya serekî û guhertina raya giştî ya navnetewî ber bi şerê li dijî terorê tenê de”.
Di daxuyaniyê de Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya hemû kiryarên terorîst li Sûriyê û armanckirina sivîlan, bi awayekî rasterast an ne rasterast xist li ser milê Rêjîmê, bi taybetî li navçeyên di dest wê de, amaje bi pişkdariya wê kir di peydakirina keş û seqayeke herî baş ji bona hatina terorê û derfet dayê bo berfereh bibe, tevlîbûna destê wê bi xwe di rêvebirina terora dewletê de li dijî gelê Sûriyê.
Hevbendiyê tekez kir ku armanckirina Siryan û Aşûriyan bi armanca koçberkirin û raguhestina wan ji cih û warên wan, bi xwe armanckirina ji firerengiya li Sûriya û navçeyê re ye, herwiha armanckirina wateya firerengî û zengîniya nasnameya niştimanî ya Sûriyê ye, ew nasnameya em hewl didin vegerênin di çarçovê wê yê niştimanî de li bin sîbera yekîtiya xak û gelê Sûriyê.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî dît ku ew nameyeke bo Civaka Navdewletî da ku bi erkên xwe yên rewştî û yasayî rabe, bi rêka pêdagiriya piransîpên mirovî yên li ser binyatên dad û azadiyê, û kar li ser piştgiriya gelan li dijî stem û zordestiyê, û standina helwestek rijd li hember rola rêjîma Esed di piştgirî û berpirsyaretiya wê di ber terorê û belavbûna wê de, û standina gavên wêrek û xuya ji bona pêşvebirina piroseya siyasî bi rêka cêbicêkirina birgên rêkeftina Jinêv1 û biryarên NY yên pêwendîdar.
Li dawiyê, Hevbendî hevxemiya xwe anî ziman ligel xelkê Qamişlo, û bi taybetî ligel kesukarên qurbaniyên bêguneh, û ji hemûyan daxwaza hevgirtin û hevkariyê kir û hişyarî da li ser lîstokên rêjîmê û destekê wê di çêkirina fitne û cudahiyan di navbera xelkê welat de, nameze ku herdem Rêjîmê hewl daye ku vê yekê li seraserî welêt bikar bîne.
Jêder: Hevbendî