Endama Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ruba Hebûş, êrîşên asmanî yên Rûsî li ser bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib ku di encamê de heimarek ji sivîlan bûne qurbanî pirotesto kir.
Hebûş di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro duşembê got ku “amanckirina sivîlan bi tekûzî pirotestokirî ye”, û dibîne ko ev tawankariyeke cengê ye û cihê sizayên yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî ye.
Çalakvanan ji bajêr anîn ziman ko 10 sivîl duh yekşembê şehîd ketin, û diyar kirin ko qurbanî hemû jin û zarok bûn.
Çalakvanan bal kişand ser ko bombebaran bi rêya çekên asmanî yên Rûsî pêkhatiye, û tê de bombeyên napalm yên qedexeya navdewletî ne bikar hatine.
Hebûş got ku gerek civaka navdewletî biryarên navdewletî û di serî de biryara 2118 û 2254 cîbicî bike, yên ko rawestandina bombebaranê û rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyên mirovî ji kesên pêdiviya wan pê heye re tekez dikin. Û Hebûş tekez kir ko rawestandina bombebaranê ew rêxweşkirin e ji bo çi çareserkirina siyasî.
Hebûş dibîne ko êrîşên Rûsya dike ziyanê digehînin sivîlan, û ew fişareke leşkerî ye, ji bo operasiyona siyasî li Cinêvê têk bide, û got ku Mosko berpirsiyariya tekûz hildigire.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî