Di çarçoveya hevrêzkariya berdewam di navbera Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD) û rêjîma Esed de, jêderekî taybet got ko berî çend rojan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bi ser Helebê ve yên ko PYD bi operasiyonên radestkirina navbera wê û rêjîmê kontrol kiribûn, dîsa ew li rêjîmê vegerandin.
Jêder got ko muxtar bi fermana parêzkar li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin danîn, û hemû dibistan û navendên bijîşkî û çend navendên din yên li herdu taxan radestî rêjîmê kirin, fermanberiya perwerdeyê hemû al û wêneyên taybet bi PYD ji ser dibistanan rakirin û ew bi al û wêneyên rêjîmê guhertin û radest kirin, bê ku tu problem çêbibin.
Tê zanîn ko li sala 2013ê rêjîmê ew dever radestî PYD kiribûn, û hêzên rêjîmê ji wan taxan vekişiyan, bi planekê mîna şanoyan û bi rêkeftina di navbera herdu aliyan de, PYD destê xwe danî ser herdu taxan û çend navend û bargehan bi navê mala gel, û navendin din bi navê Komîn û zindanên veşirtî çêkirin.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragehandinê/Rojava News