Hin çalakvanên bajêr gotin ku hilîkopterên rijêma Esed rabûn bi avêtina pelikan li ser taxên Helebê yên rojhilat, têde gefa bombebarankirina bi çekên giran li xelkê dixwin, eger red bikin ji xaniyên xwe derkevin di heyamê 24 demjimêran de, û çalakvanan tekez kirin ku ev ne yekemîn car e ku rastî gefên rijêmê tên.
Herwiha çalakvanan gotin ku duhî taxên rohilatê Helebê yên dorpêçkirî, bi çekên qedexekirî ji aliyê firokên şer yên Rûsiya hatin armanckirin, herwiha firokên Rûsiya rabûn bi armanckirina bajarokên gundewarê Helebê bi bombeyên weşî û fisforî û mûşekên valekirinê û têde bi dehan sivîl birîndar bûn.
Û hêzên Rijêmê bi alîkariya milîsên Hişid Elşe’ibî û bi piştgiriya firokên Rûsiya, hewl didin ku derbasî Helebê bibin, û bi awayekî pêrewkirî navendên zindî û nexweşxaneyan bombebaran dikin ji bo neçarkirina xelkê li ser koçberbûnê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de gotibû ku tişta li Helebê dibe bi xwe “tawanên şer û yên dijî mirovan in”, Herwiha Hevbendiyê bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên rijêma Esed û Rûsiya yên bi palpiştiya milîsên Îranê dibin red kir, ku ew tewan tên bi armanca ferzkirina “terazûyên nû”, da paşî çareseriyek siyasî bisepînin.
Hêjayê gotinê ye ku NY li roja înê di 12’ê çirya paşî de, hişyarî li ser bikaranîn çekê birçîkirinê li ser 250 hezar sivîlî li taxên rohilatê Helebê yên dorpêçkirî dabû, ji encamê kêmbûna kelupelên xwarinê, piştî ku rijêma Esed û Rûsiya rê li pêş derbasbûna kelupelên xwarinê bo xelkê dorpêçkirî girtin.
Tê zanîn ku taxên rohilatê Helebê yên rizgarkirî bi yekcarî bi riyên bejayî hatine dorpêçkirin ji aliyê hêzên Esed û milîsên mezhebperist de, hevdem ligel tinebûna kerasteyên xwarinê û yên saxlemiyê; ku jiyana nêzîkî çariyek milyon ji sivîlan ketiye di metirsiyê de.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê