Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, tekezî kir li ser giringiya dîtina Istiratîciyeke tekûz ku navûnîşana wê parastina sivîlan li Sûriyê be, û pêdiviyên wê bi rawestandina kirdeyên dijminkarî û avakirina herêmeke bêbombebaran pêk bên.
Di hevdîtina digel wezîrê derve yê Kenedî Stîvan Diyon doh yekşembê nêzîkî bajarê Montiryal yê Kenedî, Elebde spasiyên xwe ji bo Keneda pêşkêş kirin, li ser piştgiriya siyasî û mirovî ji kêşeya Sûrî re, û rola wê ya pêşeng di gengeşekirina babetê Helebê li Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî piştî ko Rûsya Vîtoya xwe gelek caran bikar anî û karê Encûmena Ewlekariyê asteng kir.
Di hevdîtinê de bijarteyên heye ku bên kirin ji derveyî Encûmena Ewlekariyê, bê ko li Vîtoya Rûsî rast bê hatin behskirin, ji ber her ku rewşa Sûriyê tê gengeşekirin Vîtoya Rûsiya dibe asteng. Her weha dawîtirîn rewşa Helebê û dorpêça stemkarî li ser taxên wê yên rojhilat hatin gengeşekirin.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser rewşa herêmên dorpêçkirî û tiştê ko rêjîm pê radibe ji tawankariyan û koçberkirina kotekî û guhertina dîmugrafî li hin bajarên Sûriyê, piştî mecbûrkirina niştecihan li ser agirbestên xwecihî gengeşe kirin.
Her wiha Elebde di hevdîtinê de tekez kir ko giring e piştgiriya pirojeyên warê fêrkirin û tendiristî û xizmetên bingehîn ji sivîlan re li herêmên rizgarkirî bibe, bi rêya piştgiriya pirogramê Desthilata Sûrî Ya Demkî, ya ko karê firehkirina rûberê xizmetên xwe li herêmên hebûna xwe dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî