Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Elesed Û Rûsya Di Istratîciya Wêrankirina Avahiyan De Berdewam in

November 15, 2016
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Elesed Û Rûsya Di Istratîciya Wêrankirina  Avahiyan De Berdewam in

Firokên Rûsya û Rêjîma Esed di hefteyekê tenê de sê nexweşxane û navendeke bijîşkî li parêzgeha Helebê wêran kirine. Di encamê de çend kes bûne qurbanî û hinek birîndar bûne, û hinek ji nexweşxanan ji xizmetê derketin.

Û firokên cengê yên Rûsya û rêjîma Esed nexweşxana Eletarib li gundewarê rojava û nexweşxana “Elensar Naşyonal” an jî “Biyûtî” li Kefernaha û nexweşxana Begdad li Helebê û navenda bijîşkî ya bajarê Biniş li gundewarê Idlib amanc kirin.

Çalakvanan anîn ziman ko Firokên cengê yên Rûsî pêr navendeke amadekirin û rahênanê ya bi ser berevaniya sivîl ve li bajarê Etarib li gundewarê Helebê, her wiha navenda perwerdeyê li bajar û dibistana amadeyî ya giştî amanc kirin, di encamê de hin kes şehîd ketin û ziyanin mezin gihandin navenda amanckirî.

Bajarê Helebê û gundewarê wê, doh û îro ketin ber êrîşên asmanî yên tund û bombebarana topan û taxên Elsikerî û Elsalihîn amanc kirin. Di encamê de kuştareke mezin di derheqê sivîlan de li taxa Salihîn pêk anîn û 10 kes têde şehîd bûn, û 2 sivîl li Elsikerî jî şehîd ketin.

Û îro jî bi egera bombebarana asmanî ya Rûsî li ser bajarê Endan li gundewarê Helebê yê bakur, çar zarok û jinek ji malekê şehîd ketin bi sedema avêtina mûşekên hejhejok bi ser taxên niştecihên bajêr de.

Û tîma berevaniya sivîl hewl dan ko xwe bigehînin cihê êrîşan, lê firokên cengê yên Rûsî dîsa vegeriyan û herêm bombebaran kirin û operasiyonên firandina firokan di ser re, û tevrabûn xistin nav milet û tîmên hawarhatina lezgîn û berevaniya sivîl li herêmê xwe amade kirin.

Rêkxistinên mafnasiyê yên navdewletî raportin belav kirin tekez dikin ko Rêjîm û Rûsya di siyaseta amanckirina cihên pêdiviyên giştî û nexweşxaneyan berdewam in. Rêkxistina Emnêstî Rûsya û rêjîma Esed bi amanckirina nexweşxanan di istiratîciya cengê de tawanbar kirin, ew jî li gora pêzanîn û belgehên rêkxistinê bidest xistine. Rêkxistinê got: “ev babet tawankariyeke di derheqê mirovantiyê de û binpêkirineke aşkere ye ji yasaya navdewletî ya mafê mirovan re.”

Firokên cengê yên Rûsî ji destpêka dijminkariya xwe li ser Sûriyê ve, bi mebest cihên bijîşkî û cihên xizmetên pêdivî yên giştî amanc dikin, di bêtirî salekê de bi dehan nexweşxane û cihên giştî û navendên berevaniya sivîl û dibistan û çi tiştê xizmetan li herêmên rizgarkirî wêran kirine.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Desteya Siyasî Ji Bo Gengeşekirina Şerê Di Navbera Hin Hêzên Leşkerî De Yên Li Helebê Civînek Lidar Xist

Desteya Siyasî Ji Bo Gengeşekirina Şerê Di Navbera Hin Hêzên Leşkerî De Yên Li Helebê Civînek Lidar Xist

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.