17 Saziyên Sûrî yên di warê mirovahî û mafnasî û civaka sivîl de dixebitin, nameyek arasteyî Seroka Encumena Ewlekariyê ya xola niha Şandera Herdem ya Emerîka li bal Netewên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield, derbarê sizakirina rijêma Esed piştî belgeyên nû yên ji taxa Eltedamun derketine û çesipandin ku rijêma Esed tawanên cengê pêkanîne kir.
Û Saziyên Sûrî di nameyê de şokbûna xwe ya kûr derbarê komkujiya ku bikêmanî 41 sivîl li taxa Eltedamun ya Şamê bûne qurbanî, ew kumkujiya ku endamên şaxê 227 ji asayîşên leşkerî di nîsana sala 2013 pêkanîne û li vê dawiyê di riya rapora rojnameya The Guardian re eşkere bûye anîn ziman.
Û Saziyan daxwaza tevgereke yekser weke bersiv li ser vê komkujiyê yaku dighê asta tawanên cengê û sizakirina berpisyarên di ber tawanê de kirin.
Û Saziyan bal kişandin ser ku vîdyoya derketiye eşkere dike ku çawa tawankarên dewletê qurbaniyên jin û mêr yên çavgirtî û destgirêdayê berve korteka kûr yaku haya qurbaniyan jê tune Dajon, û di pey re yek li dû yekî rastî gulebranê tên û termên wan di goristanekê de li ser hev kom dikin û agir bi termên wan dixin, di dema ku tawankar dikenin û cixareyan jî di ber tawanê re dikêşin.
Û Saziyên Sûrî di nameya xwe de gotin ku di rojên piştî derketina raporê de, malbatan dest bi gera li rûyên xweştiviyên xwe yên winda di nav kesên di komkujiya taxa Eltedamun de kirin, û gotin ku pirên sûriyan hêrsa xwe ya mafdar anîn ziman, ji ber ku civaka navdewletî bersiva vê raporê nedaye, nemaze ku ew vîdyo di heman dema ku hêzên Rûsiya tawanên mîna wê li Okranya pêk tîne de ye.
Û Saziyên Sûrî tekez kirin ku niha dem hatiye da civaka navdewletî bizanibe ku rizgarbûna ji sizayên li ser binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dê bandorên wê yên dûr yên ku sînoran derbas dikin hebin.
Û cext kirin ku bi dirêjiya 11salan, sûriyên jin û mêr rastî tawanên dubare weke komkujiya taxa Eltedamun li ser destê rijêma Esed hatin, û bi dirêjiya wê demê cîhanê azarên wan piştguh kirine, û bal kişandin ser ku bêyî dadweriyê bicarekê tu aştî li Sûriyê çênabe.
Û Saziyên Sûrî ji Emrîka weke endamekî herdem di Encumena Ewlekariyê de nemaze di dema ku dê serokatiya Encumen di heyva gulanê ya niha de bike, daxwaza lidarxistina civatekê li ser komkujiya Eltedamun û destpêkirina lêpiesîneke bêalî derbarê komkujiyê kirin, daku bi bicîkirina dadmendiyê bidawî bibe, û tawanbar û yên ku ferman dane sizayê bibînin.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres û Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî Ebdellah Elşahid, û Seroka Encumena Ewlekariyê ya Xola Niha Balyoza Emerîka ya Herdemî di Netewên Yekbûyî de Linda Thomas-Greenfield kiribû, û têde daxwaza vexwendina lidarxistina rûniştineke awarte di Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de kiribû, ji bo gengeşekirina pêngavên ku divê bistînin bo lêpirsîna rijîêma Esed, û rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed hilîne, û rijêmê bikşîne Dadgeha Tawanên Navdewletî li gorî nîşanên nû yên ku di rojnameya The Guardian de belav bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî