Saziya Human Rights Watch, got ku sîstema girtinê li bal rijêma Esed hejmarek ji giravên jêrzemînê yên îşkencê ne, û rijêm yên têde dikuje an dihêle ku girtî di bin îşkencê de bimrin, di dema ku hîn hejmareke mezin ji girtiyan di rewşeke pîs de azaran dikşînin.
Û Saziyê di daxwiyaniyekê de tekez kir ku serbestberdana hin girtiyan ji hêla rijêma Esed ve li vê dawiyê bi vî awayî, weke berdewamiya sizakirina xwediyên girtiyan yên bendewarên kurên xwe ne ye, û hêjane ku bersivê derbarê çarenûsa girtiyên xwe werbigrin.
Û Saziyê got ku rijêm di sizakirina yên ku hîn di bin desthilata wê de dijîn berdewam e, û got ku rijêmê ti agahî derbarê hejmara kesên ku hîn gitî ne an bi kotekî binçavkirî ne pêşkêş nekirine.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku wêneyên di rojên bûrî de belav bûne, diyar kirin ku hejmarek mezin li bin “Pira Serok Hafiz Esed” li Şama paytext kom bûne, û bendewarên gihiştina xweşewistên xwe ne, û hin dî jî bi hêviya ku rûyekî naskirî bibhînin hatibûn.
Û di vê derbarê de Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwiyaniyek derxistibû, û têde tekez kiribû ku dîmenên tirsank yên me li Şamê dîtine ku çawa bi hezaran malbatên Sûrî lava ji her yekî ji zîndanê derdikeve dikin, daku piçek agahî derbarê girtiyên xwe yên di zîndanan de zanibin, û bizanibin ger zindî ne an na, û bi ser de rewşa tendurustî ya girtîyên derketine, ji hişnemana hizr û bîranînê bigire ta şêwandinên govde û nexwaşiyên demdirêj bi wan re çêbûne, ku ev tişt neynik in û tiştê ku girtî û xwediyên wan li ser destê rijêma Esed ya hov rastiyê tên diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza liveke yekser ji Netewên Yekbûyî kir, da bi awayekî cidî kar li ser serbestberdana girtiyên Sûrî bike, û çarenûsa wan diyar bike, û komkujiya ku ew rastî wê tên rawestîne, û mafê tevaya sûriyan li wan vegerîne, di rêya sizakirina rijêma Esed li ser tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku bi dirêjiya salên bûrî pêk anîne, û veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî û nemaze biryara 2245 pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî