Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bo Biroksilê, hevdîtinek li gel Şandê Belçîka yê herdemî li bal Yekîtiya Ewropa li baregeha Wezareta Derve ya Belçîka, li rex kongirê salane yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê li dar xist.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit Serokatiya Şandê kir, û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo, û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û ji Şanderê Belçîka, berpirsê dosya Sûrî Mark Ots û Nûnerê Herdemî yê Belçîka di Yekîtiya Ewropa de William Forddi amade bûn.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêgiriya xwe bi pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir, her weha cext li ser pêwîstiya ku têklî bi rijêma Esed re normal nebin, û sizayên ku li ser hatine sepandin bidomin kir.
Û amadebûyan behsa rewşa deverên rizgarkirî kirin, û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî bo rêvebirina wan deveran û çakkirina ketwarê jiyanê bo nişteciyan û bilindkirina asta xizmetkariyê tê de kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser giringiya livandina doseya girtiyan di civakên navdewletî de, û fişarê li rijêmê bikin daku girtiyan berde û çarenûsa binçavkiriyên kotekî diyar bike.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya biryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re û zêdekirina qebareya alîkariyan li gorî pêdviyên mezin li bakurê Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî