Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bo Biroksilê bi Serokatiya Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Şandekî ji Wezareta Derva ya Emrîka bi Serokatiya Cîgirê Alîkar yê Wezîrê Emerîkî Ethan Goldrich, û şêwerdarê şandeya Emrîka li bal Netewên Yekbûyî, û Andrew Muller û Zehra Bîl ji Encumena Netewî ya Emrîka, li rex kongirê salane yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê li dar xist.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û amadebûyan behsa pêşveçûnên pirosesa siyasî kirin, û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya vekirina tevaya dosyên pirosesa siyasî yên di biryara navdewletî 2254 de hatine kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya berdewamiya sizayan li ser Rûsiya û rijêma Esed û retkirina çi hewldanên normalkirina têkliyan pêre an sivikkirina asta cezayên li ser rijêmê kir, daku bihêlin rijêma Esed tevlî pirosesa siyasî bibe, û bighêjin vaguhastina siyasî yaku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de pêkbîne.
Û herdû aliyan behsa pêşketinên rewşa meydanî û rewşa jiyanê li deverên rizgarkirî û karên Hikûmeta Sûrî ya Demkî yên vê dawiyê bo bilindkirina asta xizmetkariyê bo nişteciyan û çakkirina ketwarê jiyanê kirin, û Şandê Hevbendiya Niştimanî daxwaza hilanîna dorpêçkirinê ji ser herdû deverên Girê Sipî û Serê Kaniyê û sivikkirina derdeseriyên nişteciyên herdû deveran di warê kêmbûna keresteyên sereke yên jiyan û xebatê kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya fişaran bo serbestberdana girtiyên di zîndanên Esed de kir, û tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina riya lêpirsîn û sizakirinê kir, û bal kişand ser giringiya liveke yekser ji aliyê Emrîka ve di hundir Encumena Ewlekariyê de, ji ber ku di vê heyvê de Serokatiya Encumen dike, daku rijêma Esed li ser komkujiya dermafê 41 sivîlî li taxa Eltedamun ya Şamê pêk aniye û rojnameya The Guardian eşkere kiriye, siza bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî