Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Îro, Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, daxwaza serbestberdana hemû girtiyên di girtîgehên rêjîma Esed de kir, nemaze jin û zarok û kal, bi helkefta pêcemîn bîranîna komelkujiya Elsa’a, ya bi destê hêzên Esed li dijî xwepêşanderên aştîxwaz di meydana Elsa’a de li bajarê Himusê di rojekê wekî îro de di sala 2011an de hatî pêkanîn.
Ku di wê komelkujiyê de xwîna hemû pêkhateyên olî tevlîhev bû, di heman demê de hat ragihandin, ku êdî veger nîne ji riya şoreşa li dijî rêjîma tawankar her ku çiqas biha giran be.
Herwiha ku bîranîna kuştara Elsa’a hevdem tê digel salvegera serxwebûnê ji dest dagîrkariya Firensa li ser Sûriyê, ku li bîra xelkê Sûriyê dagîrkariyeke ji rengekî din li bîr tîne, da berdewamiya şoreşa Sûriyê dupat bibe heta bidawîkirina sercem reng û pergalên stem û zordariyê.
Hevbendiyê balkişand ku “Roja 18’ê nîsanê tê, û li bîra xelkê Sûriyê yek ji giringtîrin kêlîkên nexşeriya şoreşa wan li bîr tîne, ya li dijî tawankariya rêjîma Esed, ya riya serkutkirin û tepeseriyê helbijart, her ji destpêka xwepêşandanên aştiyane li dijî daxwazên çaksaziya siyasî”.
Hevbendiyê da zanîn ku “her bîranînek ji bîranên şoreşê wek derfeteke nû tê, ji bo serrastkirina riya şoreşê û nûkirina soz û peymanan digel piransîp û rewieştên şoreşê û armancên wê ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê û ruxandina stemkariyê”.
Jêder: Hevbendî