Nûnerên Herêm û Bajarok û Encûmenên xwecihî yên di bin kontrola Daişê de, bi vexwendinekê ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, li bajarê Xazî Entab li Tirkiyê civiyan, ji bo rewşa Sivîlan û jiyana wan gengeşe bikin.
Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Nûra Elemîr, got ko Rêkxistina DAIŞ Sivîlên di bin kontrola xwe de wek Mertalên mirovî bikar tîne, ji lewra giring e hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi pirinsîba danalîkirina sivîlan pabend bin, û haydar bin ji bargehên sivîl, gava ko DAIŞ bombebaran dikin, û bi yasaya navdewletî û pirinsîbên mafê mirovan pabend bin.
Civîngeran bang dan Netewên Yekbûyî û Rêkxistinên navdewletî û Hêzên Hevpeyman, da bi hûrbînî li tiroristiya DAIŞ û li sivîlên ko dibin kontrola wan de ne binerin, û gerek ji vê yekê ewlehiya wan ji bombebarana asmanî bête parastin, û alîkariyên mirovî û bijîşkî û yên hawarhatinê bêne derbaskirin, û guhdan li pirogramên fêrkirinê û û yên tendiristiyê bibe, bal kêşandin ser ko şerê tiroristiyê ne tenê ser asta leşkerî be, belê programine ramanî û civakî hebin da xortan ji ramanên tundrew biparêzin.
Her weha Civîngeran daxwaz ji Hêzên Hevpeyman kir ko rêbuhêrkên mirovî yên aram ji derbideran re dabîn bikin, û bi pirinsîbên yasaya navdewletî ya mirovî pabend bin, û hem jî danalîkirina bargehên giştî wek Dibistan, Nexweşxane û senterên paqijkirina avê bikin. û doz kirin ku alav û heyberên bijîşkî û derman û vaksîn yên pêtivî bo sivîlan dabîn bikin.
Her wiha doz li milîtanên PYD kirin ku yekser operasiyona leşkeriya naçar û bi taybetî leşkerkirina zarokan ya bi behaneya şerê DAIŞê rawestînin.
Her wiha daxwaz ji Netewên Yekbûyî kirin ko yekser têwirdanê bike da alîkariyên mirovî û bijîşkî ji bo sivîlên dorpêçkirî yên taxên Şamê ên Başûr derbas bikin. û Rêkxistina Ewtaşa ji biryara xwe ya rawestana Alîkariyan bi behaneya hebûna Endamên DAIŞê li Herêmê vegere.
Her wiha daxwaz ji Yonisko kirin ko çavdêrî û parastina tiştên mane ji pêmayên bajarê Tedmirê bikin, piştî ko DAIŞ û firokên Rûsî û yên Esed ew wêran kirin.
Hem li ser pirinsîba vegerandina koçberkiryan tekez kirin, ne ko ceng li ser DAIŞ behane be ji bo koçberkirina xelkê û nehêlin li bajar û bajarokên xwe vegerin.
Jêder: Hevbendî