Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, doz li Civaka Navdewletî kir da bi pabendiyên xwe re dilsoz bin û li ber evan kuştaran ne temaşevan bin, di evê êrîşa ko Rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîtanên mezehebperest dane ser bajarê Helebê.
Beşar di daxuyaniyekê de îro got ko “Civaka Navdewletî li himber evan dijminkariyan bêçar e dimîne, wek ko peymana agirbestê ya di navbera Emerîka û Rûsya de tune ye.”
Cîgirê Serokê Hevbendiyê dijminkariya berberî ya ko Rêjîma Esed û Rûsya serkêşiya wê dikin şermezar kir. Hem tekez kir ko ew bi çareseriya siyasî pabend in, li gora biryarên navdewletî û bi taybetî daxuyaniya Cinêv1, bi damezirandina desteya desthilatdariya veguhêz bi mercê ko Esed û simbolên wî têde ne beşdar bin.
Beşar bal kêşand ser ku ji mafê Şoreşgeran e bi hemû alavên rewa berevaniya xwe bikin, hem got ko çi hêz çi qas zordar be jî nikare viyana milet û şoreşgeran têk bide. Destnîşan kir ko şerê Helebê ji doh ve vê yekê dide diyarkirin.
Şoreşger ji doh de şerekî tund li Helebê dikin, navê “Dastana Helebê” lê kirine, da ko dorpêçê ji ser taxên dorpêçkirî yên ko ji hêla Rêjîmê û Milîtanên digel wî ji destpêka mehê ve şer dikin ve hatine dorpêçkirin. Û zarokên bajêr dolabên turumbêlan sotandine dako dîtin li pêşiya firokên Rûsya û Rêjîma Esed berze bibe.
Gotina xwe wisa bidawî kir: “çareseriya herdemî li Sûriyê divê bêyî Esedê zordar be, her weha piştgirên wî û rêkxistinên tirorist wek Daiş û Nesra, û tundrewên wek PYD, wek fakter û merc da aramî û hêminî li herêmê vegere û azadî û dîmuqratî li Sûriyê pêk bê.. ”
Jêder: Hevbendî