Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hevrêzkara Desteya Niştîmanî ya Sûrî a Karûbarên Girtî û Windayan, Selwa Aksoy, hişyarî ji metirsiya tiştê ku li zindana Romiyê rû dide da, û daxwaza rûbirûbûna wan kiryaran nehiştina pêkanîna wan kir, û dît ku ev kar li dijî yasa û pîvanên navdewletî ne.
Û Aksoy di daxwiyaniyên taybet de got ku biryara Hikûmeta Libnanê ya radestkirina girtî û mehkûmên di zindana Romiyê de bo rijêma Esed, berovajî Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan e, nemaze ku gelek ji wan girtiyan ji zilma rijêma Esed reviyane, û radestkirina wan bo rijêmê tê wateya radestkirina wan ji kujerê wan re.
Û Aksoy got ku Hikûmeta Libnanê berpirsyariya tam hildigre, eger kesên girtî tûşî îşkence an kuştina fizîkî bibin, piştî ku wan radestî rijêma Esed bikin, û Aksoy operasyonên îşkencekirinê yên rêbazkirî di wê zîndanê de dermafê girtiyan şermezar kirin, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî aliyên navdewletî yên pêwendîdar agahdarî binpêkirinên hikûmeta Libnanê kirine.
Hêjayî gotinê ye ku girtiyên di zindana Romiyê de daxwaz ji cîhanê kirine ku gudarî rewşa wan bin, û nehêlin Libnan wan radestî rijêma Esed ya tawankar bike, ji ber ku zêdetir ji 400 girtiyên Sûrî di wê girtîgehê de hene, piraniya wan alîgirên Şoreşa Sûrî ne, û kesên ji rijêma Esed cuda bûne di nav wan de hene, û radestkirina wan bo rijêmê tê wateya bidarvekirina wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî