Endama Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salwa Aksoy, tekez kir ku dijminkariya Rusya li ser Sûriyê ya ku berî 8 salan dest pê kiriye, di çarçoveya nakokiyên navdewletî li ser deverê de, û daxwaza Rusya ku hêz û bandora xwe xurttir bike, û firotina çekên xwe hîn bêhtir bike, û got ku eger ew neçar nebe, ji Sûriyê dernakeve.
Û Aksoy di gotara xwe ya li ser malpera “Sirya TV” weşiyaye de, got ku di 30ê Îlona 2015an de Rusya dest bi bombebarana asîmanî li ser Sûriyan kir, û bi vî awayî wê dest bi yekemîn operasyona xwe ya leşkerî piştî Şerê Sar li derveyî sînorên Yekîtiya Sovyeta berê kir.
Û Aksoy diyar kir ku yekemîn bombebarana asîmanî ya Rusya li Sûriyê li dijî deverên gundewarên Humsê û Hemayê bi bihaneya “Êrîşên esmanî yên ku li ser cihên terorîstên Da’işê tên kirin” pêk hat, û ev bihane ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ve hate redkirin, û wê demê Hevbendiya Niştimanî jî tekez kir ku bombebaran bû sedema mirina jin û zarokan.
Û cext kir ku dijminkariya Rusya bi bihaneya rûbirûbûna terorîstan hat, bi taybet Cebhet Elnusra, ya ku Mosko herdem wê wek bihane ji bo veşartina bombebarana xwe ya tund bi çek û bombeyên curbicur li ser serê sivîlan bikar tîne.
Û got ku rûbirûbûna terorê bûye bihaneya Mosko ji bo destwerdanê da ku hevalbendê wê yê sereke Beşar Esed nekeve, ji ber ku ev jî heman bihane bû da Mosko êrîşên xwe yên hovane li ser bajarê Helebê di sala 2016an de pêk bîne, ew êrîşên ku di wê demê de serokê Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî Stephen O’Brien navê “dojeh” lê kiribû, bi taybetî dema armanckirina binesaziya tenduristiyê ya bajêr, ya ku têde bêhtir ji şeş nexweşxaneyan rastî êrîşan hatin û bi tevahî yan jî beşek ji wan hatibû rûxandin.
Û Aksoy tekez kir ku dijminkariya Rusya li dijî Sûriyê, tevî gelek sedemên wê jî, di çarçoveya parastina hebûna Rusyayê û rijêma Esed li Sûriyê de tê, ji ber ku Putîn ji bo bidestxistina vê yekê hem stratejiyên siyasî û hem jî yên leşkerî bi kar anîn, û bal kişand ser ku hilweşîna Esed li bal Moskoyê “serkeftinek” ji dewletên Rojava re ye, û ji ber ku guhertina rijêmê li Sûriyê dê bibe metirsî li ser berjewendiyên Rusya li deverê.
Û Aksoy diyar kir ku qebareya çekên ku Rusya anîne Sûriyê û cure hejmara wan, nîşan e ku armanca Rusya tenê li cem piştgiriya mana rijêma Esed di desthilatê de ranaweste, lêbelê armanca herî mezin ew e, rê nede welatên”Rojavayî” ku cihekî ji xwe re li Sûriyê peyda bikin, nemaze ku gelek ji çekên Rusya li dijî êrîşên asîmanî ne.
Û Aksoy got ku Rusya dibîne ku bihara ereban planeke “Rojavayî” ye, û wê û berjewendiyên wê li deverê armanc dike, û tiştê li Lîbiya çêbû nîşana wê yekê ye, ji ber ku destwerdana Hevpeymaniya Bakurê Etlesî ya Leşkerî NATO li dawiyê bû sedema kuştina hevalbendê Mosko Mu’emer Eeqezafî, û ew waneyeke biêş bû ji Rusyê re.
Û got ku herdem armanca bingehîn û sereke ya Moskowê, ji salên nodî ji sedsala bûrî û heta ku Vladîmîr Putîn desthilatdarî wergirtiye ew e, ku bandora Rusya li deverê li hember hêzên Rojavayî berfireh bike, ji bo ku sîstemeke cîhanî ya ji zêdeyî aliykî sereke lê hebe ava bibe, li şûna yek-alya ku Amerîka nûnertiya wê dike, û dergehên derya reş û derya sipî biparêze.
Û Aksoy di dawiya gotara xwe de, cext kir ku eger Rusya neçar nemîne ji Sûriyê dernakeve, û hîn zû ye ku mirov pêşbînî bike, gelo ka dê salek şûnde li Sûriyê çi bibe, lê tekez kir ku li dawiyê gelê Sûriyê xwediyê biryarê ye, û destwerdana navneteweyî çendî xurt be jî, hîn jî derfeteke berfireh bo gelê Sûriyê dimîne ku biryara xwe bide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî