Bisedan xelkên ji curbecur deverên parêzgeha Siwêdayê, îro duşemê, beşdarî di raperîna siwêda di roja wê ya sîh û heftemîn de li pey hev kirin, û berê xwe dan qada Elkerame, da tekeziyê li ser daxwazên gel di guhertina siyasî de bikin.
Û jinên parêzgehê, stranên gelêrî veguherandin bo stranên siyasî û şoreşgerî, û di xwepêşandanê de bi awayekî komî stranek li ser desthilata ku wek mîrate hatiye wergirtin çêkirin, û têde gotin: “Te desthilat ji bavê xwe wergirtiye.. yella biçe.. yella biçe, û tu û birayê xwe me didizin.. heyran navê xwedê.”
Û berçavtirîn pankartên ku xwepêşanderan duh yekşemê li qada Elkerame hildane ev bûn: Birûxe desthilata zordar. Sûriya azadiyê dixwaze. Yek e yek e yek e gelê Sûriyê yek e. Azadî bo girtiyan.
Tê zanîn ku xelkê bajarokê Qenewat li gundewarên Siwêdayê, berî çend rojan du wêne, yek yê rêberê Şoreşa Sûrî ya Mezin, Sultan Paşa Eletraş, û yê duyem jî yê kevoka aştiyê bû, li dergehê bajarok li şûna wêneyên Hafiz Esed ên ku ji sala 1996an de hebûn, danîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî