Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Al-Behra bi rûsipiyên Mar’ê, nûnerên encumena xwecihî, sendîka û çalakvanên civakî re dicive

February 13, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Al-Behra bi rûsipiyên Mar’ê, nûnerên encumena xwecihî, sendîka û çalakvanên civakî re dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re ligel rûspî û xwiyayiyên bajarê Mar’ê yê gundewarê Helebê civiyan, û rewşa navçeyê û awayên bicîanîna nêrîna Hevbendiya Niştimanî ji bo pêşvebirina bakurê Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gel Serokê Hevbendiya Niştimanî cîgirê serok Ebdulmecîd Berekat û serokê Encûmena Eşîran Cîhad Mer’î û hejmarek ji endamên desteyên siyasî û giştî hebûn.

Serok behsa karê Hevbendiya Niştimanî yê li ser asta siyasî û meydanî kir, û behsa aloziyên rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî û bandora wan li ser dosya Sûriyê kir, û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî bi Desteya Danûstandinên Sûriyê re kar dike û piştgiriya karê wê dike ji bo zindîhiştina dosyaya Sûriyê, û pêşxistina proseya siyasî ji bo cîbicîkirina tevaya biryara 2254 û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê.

El-Behra bal kişand ser girîngiya hevkariyê ji bo pêşxistina bakurê Sûriyê di riya xurtkirina desthilata dadweriyê, dabînkirina ewlehî û aramiyê, û handana li ser veberhênanê, ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û peydakirina derfetên kar ji bo hiştina xelkê li herêmên wan û handana penaberên sûrî li ser vegera bi dilxwazî ​​û bi rûmet bo deverên xwe yên resen.

El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku gotûbêj û şopandinek berdewam ji aliyê Hevbendiya Niştimanî der barê awayên Bihêzkirina Hikûmeta Demkî ya Sûriyê heye, û da zanîn ku pêkanîna vê yekê dê bibe alîkar bo avakirina saziyên dewletê li navçeyên rizgarkirî, û destpêkirina avakirina laşekî rêxistinî yê rasteqîn li herêmê.

Û behsa pirsgirêka nan a ku her destpêka salê dubare dibe kir, û destnîşan kir ku sedema vê yekê ew e ku du sê mehên ewil her sal rêxistina AFAD a Tirkiyeyê dayîna ard radiwestîne, her weha got ku “Sindoqa Qerzdanê” genim wek alîkarî dide Dezgeha Genim a Hikûmeta Demkî ji bo firotina nan bi buhayekî kêmkirî, û diyar kir ku pêşniyar hene ji bo afirandina derfetên nû û avakirina şiyanên xwemalî ji bo peydakirina van hewcedariyên.

Ji aliyê xwe ve, rûspî û xwiyayên bajarê Mar’ê behsa lawaziya xizmetguzariyên hikûmetê û dezgehên dewletê kirin, û dîtin ku ev yek bandorê li hemû warên jiyanê li herêmê dike, her weha cîbicînekirina hin biryarên ku ji aliyên fermî ve hatine dayîn, ji ber nebûna hin mekanîzmayên cîbicîkirinê û tevlîhevbûna desthilatên encûmenên xwecihî û yên rêveberiyên wezaretên hikûmeta demkî.

Rûsipiyên herêmê bal kişandin ser nebûna navendîbûnê û nerêkûpêkiya pileyên saziyên hikûmetê, û diyar kirin ku sîstemeke hevbeş a xebatê tune ye, û daxwaza xurtkirina rola hikûmetê û aktîvkirina xebatên wê û temamkirina avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûrî û bihêzkirina desthilata dadweriyê û rêgirtina li pêşiya destwerdana di karê dadweran de, û dîtina çareyekê ji nebûna nûnerên koçberkiyan di encûmenên xwecihî de re, û çareserkirina pirsgirêka Peymangeha Tenduristiyê.

Endamê desteya siyasî û Serokê Encumana Êl û Eşîran Cîhad Mer’î, bal kişand ser hewldanên saziyên hêzên şoreşger û rikberiyê ji bo hevrêzkirina xebatê di navbera xwe de, ji bo dabeşkirina barê giran û hevtemamkirina kar.

Di heman demê de endamê Encumana Xwecihî ya bajarê Mar’ê Elî Ebdulletîf El-Necar, behsa zehmetiyên ku Encuman di gihandina gelek xizmetguzariyan de ji bo bajêr dibîne, ji ber kêmasiyên darayî û daxwaza avakirina nanpêjxaneyeke hikûmeta demkî li bajarê Mar’ê kir.

Selah El-Xetîb ê Rêveberiya Perwerdehiyê jî li ser şert û mercên beşa perwerdeyê û pirsgirêka pirbûna saziyên ku belgeyan derdixin axivî, ji ber ku hin ji wan ji aliyê encûmenên xwecihî ve têne derxistin û beşek din ji hêla rêveberiya perwerdehiyê ve di hikûmeta demkî de têne derxistin, ku dibe sedema tevliheviyê û bandorek neyînî li pêvajoya perwerdeyê dike.

Serokê Hevbendiya Niştimanî amaje bi hewlên Wezareta Perwerdeyê di hikûmeta demkî de ji bo çareserkirina van pirsgirêkan kir, herwiha tekez kir ku ew zehmetiyên ku amadebûyan li bajarê Mar’ê behsa wan kirine, dê ligel serokwezîr û wezîran bên gotûbêjkirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share10TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî pêşhatên karê Encûmena Xwecihî ya Efrînê dişopîne

Serokê Hevbendiya Niştimanî pêşhatên karê Encûmena Xwecihî ya Efrînê dişopîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.