Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, bi serokê encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê Mihemed Şêx Reşîd û hejmarek endamên encûmenê re civiyan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ji cîgirê serok Ebdulmecîd Berekat, endamên desteya siyasî Cîhad Mar’i û Behcet Etasî û hevrêzkarê nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî li herêmên rizgarkirî Necîb Rehmûn amade bûn.
Serokê Meclisa xwecihî ya Efrînê ketwara herêmê diyar kir, û ji Serokê Hevbendiyê û şanda pêre re bi kurtî li ser kar û xebatên meclisê û xizmetguzariyên ku pêşkêşî welatiyan dike û plan û projeyên paşerojê herwiha zehmetiyên li pêşiya karê encumenê di pêşxistina xizmetguzariyan de axivî.
Serokê Encûmenê behsa giringtirîn pirojeyên ku di heyama borî de hatine encamdan, û karê baştirkirina jêrxanê û ziftkirina rêyan û misogerkirina kişandina avê kir.
Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra spasiya Serokê Encûmenê û endamên wê kir li ser xebatên ku ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyên bajarê Efrînê re dikin, û tekezî li ser pêwîstiya baştirkirina ketwara xizmetguzariyê û pêşkêşkirina nimûneyekî baş kir.
El-Behra bal kişand ser girîngiya hevkarî û hevahengiyê ji bo parvekirina barên giran ên ji ber şert û mercên dijwar, û amaje bi wê yekê kir ku ev take çareserî ye ji bo guhertina ketwara Sûriyê û pêşxistina Bakurê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî