Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, di riya toreke televizyonî ya girtî re, civînek ligel Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û endamên komîta têkeliyên derve ya Encumenê lidar xist, û behsa bizavên Hevbendiya Niştimanî ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê li hemû navçeyên rizgarkirî kirin, û bihêzkirina desthilata dadweriyê ji bo rawestandina hemû binpêkirin û zêdegaviyan gengeşe kirin.
Amadebûyan karê ji bo şopandina tiştên ku di civîna dawî ya di navbera serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî û ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de li ser wan hatiye lihevkirin gotûbêj kirin, û tekezî li ser giringiya civînên bi vî rengî ji bo bihêzkirina prensîpa hevkarî û hevbeşiyê di çareserkirina hemî pirsgirêkên rawestyayî de kirin.
Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ronî dan ser kar û çalakiyên ku di heyama dawî de kirine, di nav de temamkirina avakirina ofîs û komîteyên xwe yên cihêreng, her weha encamên civînên ku bi hejmarek ji encûmenên xwecihî re pêk anîne.
Serokatiya Encûmenê tekezî li ser pêwîstiya gihiştina encamên berçav ji pilanên Hevbendiya Niştimanî re li navçeyên rizgarkirî kir, ji ber ku ev yek dê nimûneyekî rêvebirinê ji bo hemû herêmên Sûriyê pêşkêş bike.
Û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar jî ji hêla xwe ve tekezî li ser rijdiya Hevbendiya Niştimanî kir derbarê ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û dezgehên wê bihêztir bibin da karibin erkên xwe bi cih bînin, û dadwerî û serxwebûna wê mukum bikin, û ketwara aborî û xizmetguzariyê baştir bikin, her weha hemû şert û mercên guncaw dabîn bikin ji bo vegera derbider û koçberkiryan bo deverên xwe li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û deverên din ên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî