Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî û şanda pê re, gerek ji bo şopandina pirojeyên werzişî, tendirustî, çandinî û xwedîkirina sewalan li bajarê Cerablusê li gundewarê Helebê pêk anîn.
Şanda Hevbendiya Niştimanî rewşa kar li çend pirojeyan şopand wek: yarîgehên werzişî û nexweşxaneya giştî ya ku ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Cerablusê ve bi hevkariya şêniyên bajêr hatiye avakirin, li ser xakeke bi rûbera nêzî 22 doniman ku ji aliyê yek ji nişteciyan ve hatiye bexşandin, û encuman xwe daye ber xebatên avakirin û amadekirinê, bi armanca başkirina xizmetên tenduristiyê li bajêr.
Her wiha şanda Hevbendiya Niştimanî li pirojeyên dezgehên çandinî û sewalvaniyê temaşe kir, ewên ji bo rahênana teknîkî ya endazyarên çandinîyê û pîşesazîya xwarinê hatine amadekirin, wek kargeheke berhemên şîr, pirojeyeke xwedîkirina çêlekan û pêz, her weha malên plastîkî yên ku armanca wan başkirina cureyên daran li herêmê ye, ew proje di bin çavdêriya Koleja Çandiniyê de ne.
Serokê Hevbendiya Niştimanî piroje û avahiyên pir li bajarê Cerablûsê bilind nirxandin, û tekez kir ku ew serkeftineke girîng û afrêner e ji herêmê re, û dibe alîkar di vejandina bakurê Sûriyê de di warê peydakirina derfetên kar û başkirina karta tenduristiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji cotkar û ajalvanan re.
Hêjayî gotinê ye ku Sindoqa Qerzdanê ya nûavakirina Sûriyê di heyama berê de gelek proje û bername ji bo piştgirîkirina cotkaran û amadekirina jêrxaneyê li Ezaz, Bab û Cerablusê pêk anîne, di nav de deynên bo cotkaran tên dan ji bo alîkariya wan di veberhênana zeviyên xwe de, her weha pêşkêşkirina lojîstîkê wek tov, derman û hwd.. û bernameyên piştgirîya cotkarên genim, zeytûn û kartol û sebzeyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî