Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, bi şêniyên gundê Ciwêq li gundewarê Efrînê re civiyan, û li rewşa gund û xizmetguzariyên tê de temaşe kirin, û li daxwaz û pêdiviyên gundiyan guhdarî kirin.
Kesên hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî di wê serdanê de kirin: cîgirê serok Ebdulmecîd Berekat, endamê desteya siyasî û serokê desteya êl û eşîran Cîhad mar’î, endamê desteya siyasî û nûnerê Kombenda Kurdên Serbixwe Mihemed Elî Îsa, Endamê desteya giştî û rêveberê nivîsgeha hevbendiyê li Ezazê Necîb Rehmûn û serokê encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê Mihemed Şêx Reşîd bû.
Xelkê gundê Ciwêq behsa zehmetiyên jiyana xwe ya rojane kirin, û daxwaza başkirina xizmetguzariyên gund kirin, nemaze xizmetguzariya av û elektrîkê û dabînkirina nan û herwiha avakirina navendeke tenduristî li gund yan jî dabînkirina serdanên rolane yên klînîkeke veguhêz.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li giliyên xelkê guhdarî kir ji bo karkirina li ser peydakirina çareseriyan ji wan re, û hevdîtin bi hejmarek kesan re kirin, û tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî û pêkhateyên wê binpêkirinên li dijî xelkê red dikin û hewlên mezin hene ji bo bihêzkirina desthilata dadwerîyê û rola polîsên sivîl û yên leşkerî û ji nû ve vekolîna sîstema yasayî ji bo nehiştina yasayên ne dadar û pêşxistina karê saziyên yasayî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku kar tê kirin ji bo vegerandina mafan ji kesên mafên wan hatine xwarin re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî