Serokê desteya danûstendinê ya Sûrî, Dr. Nesr Al-Herîrî, digel sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Ereb, Ahmed Abo Alxêt, li ofîsa komkara Erebî li bajarê New York civiya, û daxwaza roleka Erebî ya çalak di dosya Sûrî de jê kir, û daxwaza standina helwestên cidî û birastî kir, li hemberî stemkariya li dijî sivîlan li Sûriyê dibe, nemaze yên li Idlibê.
Herdu alî li ser karesata mirovî li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê rawestiyan, nemaze li ser rewşa hestiyar li Idlibê, bi sedema kampanyaya leşkerî ya ji hêla rejima Esed û sponsorên wê ve her ji meha nîsana borî ve, tevlî gengeşekirina damezrandina komîteya destûrî piştî ku ji aliyê sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres hate ragihandin.
Al-Harîrî tekezî li ser pêdiviya hewldaneke Erebî kir ji bo rawestandina berdewamiya “komkujiya” li Sûriyê, û kar bibe ji bo agirbestek berfireh û derbaskirina alîkariyan ji bo kesên pêwîstdar, û tekezî li ser mafê gelê Sûriyê kir, ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe û çêbûna guhartina demokratîk ya tekûz.
Wî bal kişand ku rejîma Esed hîn jî dakokiyê dike li ser bikaranîna hêza leşkerî ji bo serkutkirina şoreşa gelê Sûriyê, bi alîkariya palpiştên xwe ji bo pêkanîna çareseriyek leşkerî ya xwîndar.
Al-Harîrî hêviya xwe anî ziman ku Komîsyona Makezagonê bibe destpêkek ji bo veguheztina siyasî ya rastîn li welat, û tekez kir ku divê ev veguhestin li ser bicîkirina tevaya teksta biryara 2254 ava bibe.
Herweha bal kişand li ser girîngiya pêkanîna mijarên din yên girîng yên hatine di biryarê de, nemaze serbestberdana girtiyan û peydakirina jîngeheke ewle ya bêalî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî