Serokê desteya danûstendinê ya Sûrî, Dr. Nesr Al-Harîrî, roja pêncşemê li bajarê Cinêv yê Swêsrî, bi şanderê navnetewî bo Sûrîyê Gir Pederson re civiya, û bi wî re rewşa deverê û rewşa mirovahî li Idlib gotûbêj kir, tevî pêşveçûnên herî dawî yên têkildarî prosesa sîyasî, di nav de avakirina komîta destûrî û giringiya dîtina mekanîzmek zelal ji bo kar û erkên wê.
Herdu aliyan pirsa girtiyan wek beşekî ji bendên mirovahî yên biryara 2254, û herweha agirbesteke berfireh û belavkirina alîkariyên mirovahî li ser kesên hewcedar gotûbêj kirin.
Herweha vê sibehê li Cinêvê, “koma biçûk ya dewletan” civînek derbarê Sûriyê bi amadebûna şandeyek ji desteya danûstendinên Sûrî lidar xist.
Civîn di asta pispor û nûnerên navdewletî de hat, ji bo amadekirina civîna wezîran ya wê di 26’ê îlonê de li bajarê New York li Amerîka lidar bikeve, li ser perawêza civînên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî.
Civînê bal kişand ser pêşveçûnên rewşa Idlibê, û encamên berdewamiya operasyonên leşkerî yên rejîma Esed û hevalbendên wê yên li ser deverê, û herweha rêkeftinên herî dawîn li ser amadekarîyên ji bo devera ewle ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî