Li ser vexwendina girûpeke çalakvan roja Pêncşemê 12-9-2019 mangirtinek li hember bargeha Netewên Yekgirtî UN li bajarê Qamişlo li dijî buhabûna nirxê keresteyan hate lidarxistin.
Mangirtina çalakvanan ji hêla Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS hate piştgirtin û ENKS û hin partî û saziyên civaka sivîl li mangirtinê beşdar bûn.
Di mangirtinê de hijmarek silogan hatin bilindkirin, ji wan ( na ji bo lîstokên rêjîmê di riya Dolar re, na ji buhabûna nirxê keresteyan re, na ji buhabûna nirxê mzotê re ).
Tê zanîn di dema dawî de nirxê keresteyan bi şêweyekî ne normal bilind bûye, ji ber bandora buhabûna nirxê Dolar li hember lîreya Sûrî li ser wan, herweha buhakirina nirxê sûtemeniyê ji hêla rêveberiya PYD ve .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî