Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Alabda, nameyek ji sekretêrê giştî yê Saziya Tenduristiya Cîhanî birêz Tedros Adhanum re birêkir, tê de rewşa tenduristî li Sûriyê, û nemaze metirsiya ser deverên rizgarkirî şirove kir, û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina bilez ya pilana ku bi hikûmeta demkî re hatî îmzekirin kir, jibo rûbirûbûna balavbûna Vîrosê Korona.
Û Alabda, cext kir ku çi derengî di cîbicîkirina pilanê de çêbibe, dibe ku bibe sedema bobelateke mirovahî ya nû li Sûriyê, û daxwaz ji saziyê kir ku barê berpisyariyê hilgire, û tiştê ku li ser li hev kirine pêşkêş bike, daku hemû amedekariyan bo nehêlana belavbûna Vîrosa kujer bikin.
Û bal kişand ser ku rewş li Sûriyê û bi taybetî li deverên Bakurî Sûriyê ne wek rewşa tevaya cîhanê ye, jiber pirbûna hejmara derbider û koçberan, û tinebûna cihên bicîbûnê û cihên cudakirina nexweşan , û bi ser de wêrankirina bêtirîn avahiyên bijîşkî, bi sedema helmeta leşkerî ya Rûsiya û rêjîma Esed di heyvên dawî de.
Û tekez kir ku rêjîm di veşartina hejmara rasteqîn a nexweşên li Sûriyê bi Vîrosa Korona ketine berdewam e, nemaze di dema belavbûna Vîros li dewletên deverê, û hebûna Milîsên Iranî yên ji Iran û Libnanê tên dihêle ku daxwiyaniyên rêjîmê derbarê Korona neyên bawerkirin.
Û bal kişand ser pêwîstiya kar li ser doseya girtiyan ji ber ew di bin metirsiyê de ne, û rêjîma Esed kiryarên hovane û nemirovahî dermafê wan dike, û ew dê bihêle ku Vîros di nav girtiyan de belav bibe.
Û Serokê Hevbendiyê di nameya xwe de daxwaza sepandin fişaran li ser rêjîmê kir, da rê bide ji bo şopandina rewşa girtiyan, û kar bibe ji bo nehêlana belavbûna Vîros di nav girtiyan de, û pêşkêşkirina guhdana bijîşkî ya pêwîst.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî