Berdevka Wezareta Derve ya Emerîka, Morgan Ortagos, daxwaza berdana bi dehhezaran welatiyên sivîl yên bi rengekî kotekî hatine girtin ji navendên girtinê yên girêdayî rêjîma Esed kir, jibo kêmkirina belavbûna bobelatî ya Virus.
Û Ortagos duh hişyarî da, ji belavbûna Vîrûsa Corona li Sûriyê, ger rêjîm di helmeta xwe ya dijî gelê Sûriyê de berdewam bimîne.
Û Ortagos tekez kir ku pêwîstî heye ku rejîma Esed hemû dijminkariyên xwe rawestîne, û rê li pêşiya gihandina alîkariyên mirovahî bo kampên derbideriyê li hundirê Sûriyê veke.
Û Berdevka Wezareta Derve daxwaz ji rejîmê kir, ku zû gavin yekser bavêje ji bo parastina gelê Sûriyê û her weha hemwelatiyên Amerîkî li Sûriye ji bandoa wêranker ya vê nexweşiyê.
Tê zanîn ku berî vê bi çend rojan, 43ê Saziyên Mafnasî li Sûriyê di daxuyaniyek hevbeş de roja Duşemê, bang li rejîma Esed kirin ku “yekser hemû binçavkirî û girtiyên siyasî û mafnasî serbest berde, û ti operasyonên girtinê nû çêneke” ji bo sînorkirina veguhestina Virus.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, hişyarî da civaka navdewletî ji metirsia belavbûna Vîrûsa Korona di nav girtiyên di zindanên rejîmê de, nemaze ji ber rewşa tiracçdî di hundir wan girtîgehan de, û daxwaza zextkirinê li ser rêjîmê kir, da ku jiyana bidehhezaran girtî rizgar bibe û serbestberdana wan hemiyan bête misogerkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî