Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Alabda, nameyek ji Serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, Peter Maurer, re derbarê girtiyên di zîndanê Esed de birêkir, û hişyarî da ji metirsiya belavbûna Vîrosê korona di nav wan de, nemaze di dema guhnedana rewşa nemirovahî di wan zîndanan de.
Û bal kişand ser êşên bidehhezaran girtîyên li ba şaxên ewlekarî yên girêdayî rêjîmê, û hişyarî da ji gihiştina Vîrosê Korona bo hundir girtîgehên tijî girtî, û got ku bobelatek li pêşiya me heye, ger rêjîm sûdê ji vê rewşê werbigre, daku ji xwe girtiyan xelas bike, ya ku dê bandorê li tevaya cîhanî bike.
Û Alabda got ku rêjîm hîn di veşartina belavbûna Korona di Sûriyê de berdewam e, û ta niha tenê bi nexweşekî tenê mukur hatiye, û bal kişand ku li gorî hejmarên li deverê belav bûne, û vekirina rêjîmê ji sînor re li pêşiya milîsên Iranî, nayê bawerkirin ku tenê nexwaşekî Korona li Sûriyê heye.
Û Serokê Hevbendiyê di nameya bo Komîta Navdewletî ya Xaça Sor de daxwaza bikaranîna hemû rêyên berdest kir, ji bo bilez xwe bighînin cihên girtinê û rewşa wan girtiyan temaşe bikin.
û Alabda daxwaza rizgarkirina jiyana bidehhezaran girtiyên Sûrî kir, di riya sepandina zextê li ser rêjîmê, ji bo berdana wan bi awayekî yekser misoger bibe.
Û daxwaz kir ku divê zext li rêjîmê di riya Neteweyên Yekbûyî û Hikûmetan re bibe, daku bighînin cihên hemû girtiyan jibo ku karibin çavdêriya belavbûna Vîrosa Korona ji nêz de bikin, û guhdana bijîşkî ya pêwîst dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî