Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, tekez kir ku sedemên berdewamiya mangirtinên xelkê parêzgeha Siwêda siyasî ne, û ne tenê girêdayî debara jiyanê ne, û tiştê dibe çirûsk û destpêka bicîanîna daxwazên siyasî ye.
Û Elasimî di hevpeyvînekê de li gel kenala Elcezîre, duh êvarî, got ku tiştê li Siwêda dibe daxwazên siyasî yên rasteqîn in, û her tiştê tê gotin derbarê cudaxwaziyê û desthilata xweser nerast in, û kesên ji xelkê Siwêda yên ku em bi wan re têkildar in, vê yekê piştrast dikin, her wiha endamên Hevbendiya Niştimanî yên ji xelkê parêzgeha Siwêda ne, vê yekê tekez dikin.
Û Elasimî got ku xelkê parêzgehê rijd in li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî û rûxandina rijêmê, di riya cîbicîkirina wan biryaran re, û di pêşî de biryara 2254, û cext kir ku tiştê ku li Siwêda çêdibe berdewamiya daxwazên gelê Sûriyê yên sala 2011an e.
Û Elasimî bal kişand ser wê yekê ku tiştê balkêş ew e ku herdû rojên vê dawiyê giraniya xwepêşandanan ji navenda bajêr berve deverên gundewarê parêzgehê de hatiye veguhestin, û haletên revandinê nemane, ev tê wateya ku amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed li paş operasyonên revandinê bûn.
Û Elasimî bal kişand ser ku eger ev xwepêşandan di sala 2011an de derketibana, dê rijêmê wek xelkê Dera û Humis û Gotayê bi tundî danûstandin bi wan re bikira, lê di dema niha de rijêm di rewşeke hestyar de ye, lewra nikare raya giştî ya navdewletî li xwe sor bike, nemaze ku tevgera Siwêda derewa rijêmê dema dibêje “ez kêmnetewan diparêzim” pûç kir.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî ji desteyên navnetewî û navdewletî û erebî xwest ku dergehekî mirovî bo alîkariya xelkê li wê parêzgehê veke, da ku rijêm dorpêçê li ser wan nesepîne wek çawa li Gotayê û deverên din kir, ji ber ku tu dergehê Siwêda yê sînorî bi derve re tune ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî