Xwepêşandanên xelkê bajarê Siwêda û gundewarê wî di nozdehemîn roja xwe de bênavber berdewam in, û xwepêşander îro roja pênşemê li navenda bajêr kom bûn, wek berdewamiyê ji xwepêşandanên ku daxwaza guhartina siyasî û rûxandina rijêmê kirine re.
Û xwepêşanderan îro meydan bi nêrgizan li gel bangên bangên sloganên bilind xemilandin, da ku ji rijêmê re bêjin ku çekên wan tenê bedewî û aştî ne, her wiha destpêşxeriyên sivîlane ji destpêka mangirtinan de didomin, di dîmenekî de ku derbirîna nasnameya serhildêran û hêviyên wan dike.
Û jinên parêzgeha Siwêda, duh ji qada Elkerame, nameyeke tomarkirî arasteyî kesên dudilî û tirsok kirin, û têde hat: ” Dengê xwe bilind bikin, li hember tirsa xwe raweste, azadiya te çiyayan dihejîne”.
Tê zanîn ku duh çarşemê xwepêşandineke mezin li bajarê Selxed li başûrê Sûriyê li dijî rijêma Esed bi beşdariya beşekî mezin ji xelkê deverê li dar ket, ku ji sala 2011an de xwepêşandanên wek wê mezin derneketine, her weha xelkê gundê Elcinêne derketin xwepêşandanekê û xelkin ji gundên derdora wî jî beşdarî têde kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî