Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî komxebatek bi navê “Parastina xerîderan û kartêkerkirina rola kontrolkirina kelupelan li deverên rizgarkirî” li dar xist, û komxebat li baregeha Hikûmetê hat lidarxistin.
Û di komxebatê de Wezîrê Darayî û Aborî D. Ebdelhekîm Elmesrî, Rêveberê Giştî yê Gumrikê Emîd Osman Hilal, Rêveberê Kontrola Dermanan D. Ednan Kino û Nûnerê Odeya Bazirganiyê mamote Ehmed Hibo û Rêvebirê Dergehên Navxweyî di Wezareta Berevaniyê de û serokên beşên parastina xerîdaran û encûmenên xwecihî amade bûn.
Û di komxebatê de gelek mijar hatin gotûbêjkirin, ku yên herî girîng kartêkerkirina parastina xerîdaran li deverên rizgarkirî, nehiştina malgirtinê, xebatê ji bo parastina xerîdar ji guherbarên bihayan, şopandina nirxê kelûpel û xizmetguzariyan li bazaran û kêmkirina bilindbûna wan, qedexekirina sextekariya bazirganî û kevneşopî, û dîtina çareseriyên bilez ji giliyên xerîdaran re.
Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Demkî bi rêya balkişandina xwe li ser mijara kontrolkirinê, berê li navenda çandê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê komxebatek bi sernavê: (Xurtkirina kontrolkirina dermanî li bakurê rojavayê Sûriyê û rola rêveberiyên tenduristiyê û deriyên sînor) li dar xistibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî