Rêjîma Esed û hevalbendên xwe êrîşên xwe yên leşkerî dijî herdû bejarokên Hamê û Qudseya li gundewarê Şamê pirtir kirine, di heman dema ku tewanên cengê li taxên Helebê yên dorpêçkirî rûdidin, û rêjîm çekên qedexekirî li ser asta navdewletî dijî sivîlan bikar tîne, bi armanca ku bihêlin ew bi parçe-çareyan razî bibin, û lihevkirinên xwecihî ferz bikin, da bibin berdêl ji operasyona siyasî re ya ku di biryarên navdewletî de hatiye.
Û endama Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya sûriyê, Suhêr Alatasî, kiryarên rêjîmê û Hevalbendên wê û bêdengiya civaka navdewletî der barê wan kiryarên dijî Yasaya Navdewletî û Yasaya Navdewletî Ya Mirovî şernezar kirin.
Û Alatasî tekez kir ku ew operasyonên koçberkirina kotekî û guhertina demografî, bi kotekî û di bin darê zorê de dibin, û bi bikaranîna çekên qedexekirî li ser asta navdewletî, û her weha bikaranîna çekên asîmanî û ferzkirina dorpêçê li dor deverên bi şoreşê rabûne.
Û ev tewan wek tewaneke dubarekirî dît, ku berê hişyarî der barê wê hatine dan, ku rêjîm dixwaze wan bike berdêl ji danûstandinan re, yên ku di bin çavdêriya navdewletî de pêk tên.
Û endamê Desteya danûstandinan destnîşan kir ku tiştê dibe nema êdî doseyekî mirovî ye, lê ew bûye doseyek “serweriyê”, û metirsiyê li ser yekbûna xaka sûriyê çêdike, û nîşanên operasyonên parçekirina welart diyar dikin.
Jêder: Hevbendî