Encûmena Niştimanî Kurdî ya Sûriyê bûyerên ko li Helebê dibin, ji Kuştar û êrîşên hovane ji hêla hêzên Rêjîma Esed û hevalbendên wê bi çekên giran û kuştin û wêraniya dikin pirotesto kirin. hem jî hêvî ji hemû hêzên xêrxwaz û aştiyê û yên berevaniya mafên mirovan dikin li herêmê û cîhanê, û yên hindur ên birîndar û kuştar û tawankariyên ko li Helebê dibin rawestînin.
Encûmenê di daxuyaniyekê de ya doh belav kir û têde doz kir ko şer raweste, û Buhêrkên aram dabîn bibin tako samanên xwarinê û yên bijîşkî derbasî herêm û taxên dorpêçkirî bibin, da rê li ber lêvegera li danûstandinên Cinêva 3an vebe, û giring e bi bijardeya siyasî bikin, ya ko rêjîma xwînrêj bidawî dike, û bi hev re rêjîmeke dîmuqratî damezirînin.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku tiştê li bajarê Helebê bi êrîşa hovane yê îro roj dibe, ew tawankariyeke cengê ye, çimkî ew êrîş sivîlên bêsûc amanc dike.
Encûmenê Civaka Navdewletî rexne kir “ya ko hewldanên wê negihan asta tawankariyên dibin, û bi sedema ko nikarîbû êrîşa hovane heta nuha rawestîne, rewaya wê têk çû.”
Jêder: Hevbendî