Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, Hadî Albehra, doh înê, ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku” bêhtir kartêker be” der barê doseya Sûriyê.
Û Albehra got ku serokê Amerîkayê Barak Obama, xelata “Nobila Aştiyê” wergirtiye, ji lewra Amerîka dikare hêzê dijî rêjîmên ku gelê xwe dikujin bikar bîne.
Û 51 karmendên wezareta karûbarê derve ya Amerîkayê, û Robert Ford balyozê Amerîka yê berê li Sûriyê di nav wan de, daxwaza lêdanên leşkerî dijî rêjîma Esed kirin, ya ku wezîrê karûnarê derve yê Amerîka Con Kêrî ew weke”ragihandinek giring” dît.
Û Behra weha berdewam kir:” Esed di wêrankirina welatê xwe û kuştina sivîlan de bi ser ket, û her weha bi ser ket di diyarkirina ku rêjîmên jirêçûyî dikaririn bi milyonan ji gel bikujin bêyî ku bên sizakirin”.
Û derbarê mijara parçebûnê li Sûriyê, serokê berê yê hevbendiyê tekez kir ku”gel ramana parçebûnê ret kiriye, û dixwaze ku Sûriya dewletek hevgirtî be, û divê rikberî bizavê bike ji bo cîbecîkirina daxwazên gel, û seqamgêriya herêmî li deverê bêyî cîbicîkirina daxwazan pêk nayê”.
Û axêverê bi navê Koçka, Spî Coş Arnest, roja çarşembê êvarî, dît ku Sûriya dewletek “xwedî serwerî ye”, û “rewaya yasayî” di destê Amerîkayê de tuneye ku wê bombebaran bike, û bal kişand ser ku bikaranîna hêzê dijî Beşar Esed wê bihêle rewş ber bi “cengeke giştî” de biçe.
Jêder: Smart