Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, bi rêveberê şarê pîşesazî li bajarê Babê li rojhilatê Helebê û endamên desteya rêveber re civiyan û behsa ketwara pîşesazî û ya bazirganî li herêmê kirin.
Beşdaran xebatên ku di heyama dawîn de hatine pêkanîn û planên ku şarê pîşesaziyê li ser wan kar dike û astengiyên li pêşiya xebatkarên wê gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser giringiya dabînkirina hêsankariyan ji pîşesaz û bazirganan re ji bo handana wan li ser veberhênanê li navçeyên rizgarkirî, û amaje bi wê yekê kir ku şarên pîşesazî beşeke giring in di vê proseyê de, û got ku hikûmeta demkî ya Sûriyê ji aliyê xwe ve dest bi kar kiriye ji bo hêsankirina rêşûnên hinardekirina berheman û meşandina belgeyan û karûbarên têkildarî vê pêvajoyê.
El-Behra amaje kir ku Hevbendiya Niştimanî bi awayekî erênî kar dike ji bo handana li ser veberhênanê û pêşvebirina herêmê û peydakirina derfetên kar ji Sûriyan re, ji bo dabînkirina mana xelkê li deverên xwe weke çareseriyeke alternatîfa koçberiyê.
Ji aliyê xwe ve, pîşesaz û bazirganên şarê pîşesazî yê Babê, tekez kirin ku herêm jîngeheke guncav e ji veberhênanê re ji ber pirbûna karkeran, û amaje bi wê yekê jî kirin ku hin astengî li pêşiya pîşesaz û bazirganan hene, wek belgeya jêderê û pirsgirêka tranzitê.
Serokê Desteya Rêvebir a bajarê Pîşesazî li Babê Xelîl El-Nedîm jî amaje bi wê yekê kir ku herêmên rizgarkirî tijî pispor û kesên jêhatî ne, eger piştevaniya pêwîst hebe û hin pirsgirêk û astengiyên li pêşiya veberhênanê bêne çareserkirin, dê dever pir pêşde biçe.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî