Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, bi Rêveberê Dezgeha Dadwerî ya Leşkerî lîwa Erefat Hemûd û Serokê Dadgeha Leşkerî Dadwer Cemal El-Eşqer û hejmarek ji dadwerên Desteya Dadwerî ya Leşkerî re civiyan, bi amadebûna Wezîrê Berevanîyê û yê Darayî û yê Aborî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de.
Di civînê de amadebûyan behsa karê Dezgeha Dadwerî ya Leşkerî û awayên pêşxistina wê û astengiyên li pêşiya dezgehê û karên ku di heyama derbasbûyî de bicî anîne kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pêwîstiya pêşxistina dadweriya leşkerî û ya sivîl, û pêşxistina karê sîstema dadweriyê û pêwîstiya bihêzkirina hebûna desthilata yasayê li navçeyên rizgarkirî axivî.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Dezgeha Dadwerî ya Leşkerî behsa karên ku di heyama bûrî de ji bo pêşxistina dezgeha dadweriyê pêk anîne kir, û bal kişand ser giringiya bicîanîna sizayan û pêwîstiya başkirina rewşa jiyana dadweran kir.
Serokê Hevbendiyê guh da nerînên dadweran û astengiyên tên pêşiya wan, bi armanca gihiştina çareyên ku bibin faktera çakirina dezgeha dadweriyê ku di encamê de ketwara Deverên Rizgarkirî pêşde biçe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî