Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî li baregeha hikûmeta demkî ya Sûrî li bajarokê El-Ra’î li gundewarê Helebê bi amadebûna Wezîrê Berevaniyê û yê Darayî û yê Aborî yên Hikûmeta Sûrî ya Demkî lidar xist.
Amadebûyan behsa karê wezaretên Hikûmeta Demkî di heyama bûrî de û destkeftên ku wan bi dest xistine tevî zehmetiyên li pêşiya karê hikûmetê kirin, û li ser giringiya bihêzkirina ewlehî û aramiyê bi awayekî ku bibe alîkar ji bo handana veberhêneran li ser vekirina projeyan li herêmê û pêşxistina wê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, xebata wezaretên hikûmeta demkî yên ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji Sûriyan re li navçeyên rizgarkirî bilind nirxand, û amaje bi pêwîstiya karkirina bi hemû awayên bedrest kir ji bo pêşxistina herêmê û gihandina wê bo modela Sûriyeya rasteqîn a di xeyala sûriyan de.
Wezîrê Darayî û Aboriyê Ebdulhekîm El-Mesrî, agahî li ser encamên yekemîn konferansa veberhênanê ya ku meha bûrî li bajarê El-Ra’î hat lidarxistin dan, û bal kişand ser girîngiya wî kongirî di warê ronîdana ser herêmên rizgarkirî û başkirina rewşa herêmê û ketwara veberhênanê lê.
El-Mesrî behsa karê Hikûmeta Demkî di heyama dawî de kir,wek mijara piştgiriya cotkaran bi dana tov û lojîstîkên ji wan re pêwîst in, her weha dabînkirina avê ji bajarê Babê li rojhilatê Helebê re di riya projeya enerjiyê ya ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatiye pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniyê lîwa Husên Hemade, behsa rewşa ewlehî ya navçeyên rizgarkirî û planên ku Wezareta Berevaniyê li ser kar dike, ji bo rêxistinkirina kar û amadekariyên avakirina koleja leşkerî bi armanca zêdekirina şiyanên şervanên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, kir.
Hemade bal kişand ser ku wezaret bi berdewamî kar dike ji bo kontrolkirina ewlehiyê li deverên rizgarkirî, rêxistinkirina karê derwazên sînorî, her weha avakirina dezgeha dadwerî ya leşkerî, û berhevkirina bernameyên hişyarkirinê ji şervanên Artêşa Niştimanî re.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî