Girûpa Kar a Saziyên Civaka Sivîl di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, roja pêncşemê 8ê sibatê, li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê, bi amadebûna 39 saziyên civaka sivîl yên Sûriyê, komxebatek ji bo gengeşekirina rêyên hevkarî û hevahengiyê û danîna pilaneke hevbeş ji bo pêşvebirina Bakurê Sûriyê lidar xist.
Komxebat bi sernavê: “Plana Hevbeş ya Niştîmanî ji bo Pêşvebirina Bakurê Sûriyê – Hevtemamkirina Rolan” bû, amadebûyan rêziknameyên pêwîst ji bo kontrolkirina pêwendiyan û pêwîstiyên hevtemamkirinê, û beşên cografî ji aliyê bandor û têrêkirina mirovî û çavkaniyên xwemalî û awayên dagirtina kêmasiyan gotûbêj kirin.
Di encamê de Komxebat gihişt hejmarek temîniyên ku li ser 6 waran dabeşkirî bûn: hukimdarî, bihêzkirina aborî, jêrxane û niştecîbûn, perwerde, tenduristî, û serweriya yasayê.
Hat lihevkirin ku her maseyeke di komxebatê de kar kiriye, dê kesek nûnertiya wê bike û ew kes dibe hêsankerê peywendiyê di navbera her yek ji wan şeş beşan û hevbendiyê de, her weha wê raporekê amade bike ku di rojên bên de bibin bingeha pilana niştimanî .
Endamê Grûpa Rêxistinên Civaka Sivîl a Hevbendiya Niştimanî, Fîras Mesrî, tekez kir ku gotûbêj avaker û giring û di warên cuda de bûn, û amaje bi wê yekê kir ku temîniyên ku ji komxebatê derketine tên şopandin ji bo daraştin û lihevkirina li ser wan da bibe xala destpêka hevkariyê ji bo pêşxistina bakurê Sûriyê.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, yekemîn civîna hevahengiyê ya Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl, di 13ê Kanûna pêşîn a borî 2023an de, li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê, bi amadebûna hejmareke mezin ji rêxistinên civaka sivîl li Sûriyê lidar xistibû, têde serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra tekezî li ser giringiya danîna pilaneke niştimanî ya giştgîr kiribû, ku hemû sazî, rêxistin, komele û kesên pispor, ên karin û dilxwazin, beşdariyê di pêkanîna wê de bi awayekî rêkxistî bikin.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî