Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê ,doh, li Xazî Entaba Tirkî, serdana komeleya “Ufuq”ya çavdêriya jin û zarokên şehîdên Şoreşa Sûriyê, û Ebda silav û pîrozbahî da dayikên Sûrî bi helkefta Cejna Dayikê, û rola bingehîn û tewerî ya jina Sûrî ya dayik di şoreşa sûriyê de bilind nirxand.
El’ebda tekez kir ku ” kûrahiya rastyeqîne û yekemîn piştgir ji şoreşa Sûriyê ya gewre re, ji berê de û ta niha dayikin gewre ne, zarokên xwe şandin cenga mafdarî û azadî û rûmetê, û hejmarek mezin ji kezebên xwe, ji pakrewan û girtî û şervananên di rêzên pêşî de dan şoreşê, ji bo berevaniya gelê Sûriyê, xaka Sûriyê, dijî rêjîma Esed û tirora wî û hemû kesên ku ew anîne, ji dagîrker û milîşyayên mezhebî û terrorist”.
Serokê Hevbendiyê weha jî got:”gelî dayikên Sûrî yên gewre, ew şitla we ya we çandiye, wê jiyaneke xweş ji tevaya Sûriyê re bîne, û emê tev di Sûriyake azad û serkeftî de bi hêminî û azadî û rûmet bijîn, bê hebûna Esed û tewankarên rêjîma wî, bê hovên milîşiyan, wê her penaber vegere tax û mala xwe, û emê welatê xwe ji nûve li ser bingeha mafdarî û wekhevî û rûmetê ava bikin”.
Jêder: Hevbendî