Enes Al’ebda, serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, da xuyakirin ku ji mafê Tikrkiyê ye devereke hêmin li Sûriyê ava bike li gor rêkeftina emzakirî di nav herdû welatan de, ji bo dabînkirina vegera Sûriyan û parastina sînorê xwe.
Ev daxuyanî di vegotineke xwe de gotin, li pêşiya xwendekarên zanîngeha iyaleta “Bîlacîk” ya Tirkî, dema ku serdana wê iyaletê, doh çarşembê, li gel endamê desteya siyasî Ebdul Ehed Stêfo kir, û di serdanê de cîgirê waliyê Iyaletê Mistefa Goniye û cîgirê serokê şaredariyê Nihad Can û serokê Zanîngehê Pirofesor Ibrahîm Taş dîtin, û her weha di kongireyekî de bi navnîşana” Dawîtirîn Pêşhatên Sûriyê” beşdarî kirin, ji bo behsa Şoreşa Sûriyê û pêşketinên wê di nav hevsengiyên herêmî û navdewletî yên niha de bikin.
Ebda got ku “Pirotokolê Adana(yê di sala 1998 di nav Sûriya û Tirkiyê de) rê li pêşiya Anqerayê xweş dike ji bo avakirina herêmeke hêmin li Sûriyê”.
Û gotina xwe berdewam kir û got:” eger ev yek pêk were, û devera aram pêk hat, wê demê Tirkiya wê sînorê xwe hêmin bike, wê demê wê xelkê Sûriyê karibin bi hêminî vegerin welatê xwe”.
Û serokê hevbendiyê nîşan dan ku di dema niha de derfet li pêşiya gelê Sûriyê ji bo vegerin welatê xwe tune ye, ji ber bombebarankirina rêbazkirî ya ku rêjîma Esed dijî sivîlan bikar tîne, û hêvî kir ku Ttirkiya bi mêranî vê devera hêmin ava bike, ji ber ku ew ji herdû welatan re giring e.
Û serokê Hevbendiyê tekez kir ku” Tirkiya lîstikvanekî giring e di Rojhilata Navîn de, bê goman dê roleke wê ya mezin di jinûve-avakirina Sûriyê de hebe”.
Û diyar kir ku rêjîma Esed Sûriya wek dewlet talan kiriye, û peymanên kûr bi Rûsiya û Îranê re girêdane, û ev peyman ne di bercewendiya gelê Sûriyê de bûn, û bal kişand ku Rûsiya û Îran hevparên Rêjîmê ne, di tewanên wê de der heqê gelê Sûriyê.
Û berdewam kir û got:” piştevaniya Rûsiya ji rêjîmê re di ven pêc salên bûrî de, nikarî bû Şoreşa Sûriyê têk bibe”, û got ku “Mosko û Îran û milîtanên din, di pêşkêşkirina alîkariyan ji rêjîmê re berdewam in, û tevlî wesa jî nikarîbûn gelê Sûriyê bişkînin”.
Û bal kişand ser ku Îran dixwaze xwe wek hêzeke herêmî ya xurt diyar bike, û sûde ji piştgiriya xwe ji Esed re wergirt, di danûstandinên xwe de yên der barê pirogramê xwe yê Otomî.
Û gotina xwe weha bidawî kir:”Esed û hevalbendên wî, û mixabin hin ji hevalên Sûriyê jî, dixwazin derdeseriya mezin ya gelê Sûriyê derfet bigirin ji bo bigihên Serrastkirineke siyasî ya ne adilane, û di baweriya wan de ku gelê Sûriyê aştî û hêminî û alîkariyên mirovî bi her nirxî dixwaze, lê rastî ew e ku Şoreş namire, me ev tişt dît dema gotûbêjên Cinêvê dest pê bûn, me dît ku gelê Sûriyê careke din vegeriya kolanan, û silogan û diruşmên xwe yên ji berî pênc salan de dubare kirin, û tekezî li ser ruxandina rêjîmê kirin”.
Hêjaye bîranînê ku Sûriya û Tirkiya lihevkirinek ewlekarî ya nehînî pev re sala 1998an li Îyaleta Adana emza kiribûn, û navê “Lihevkirina Adana ya Ewlekarî ” lê kiribûn.
Jêder: Hevbendî