Şanda desteya danûstandinan ya Sûrî, daniştineke din bi tîma NY re li Cinêva Siwêsrî doh sêşembê li dar xist, û pêre gurkirina rêjîmê ji êrîşên xwe yê dijî Xûta Rojhilat re, her weha berdewamiya dorpêça li dora bajar û bajarokên Sûriyê gengeşe kirin.
Û serokê desteya danûstandinan a Sûrî, Nesir Alherîrî, tekezî li ser wê yekê kir ku divê civaka navdewletî barê berpirsiyariya xwe tevî hilgire der barê nebeşdarbûna şanda rêjîmê di danûstandinên Cinêvê de, û tekez kir ku wê rêjîm her berdewam be di çêkirina behaneyan de ji bo ruxandina prosesa siyasî.
Û di kongireyekî rojnamevanî de ji hundurê NY li bajarê Cinêvê, Alherîrî got ku “ Çareseriya siyasî wê ewlehî û seqamgîriyê ji welat re bîne”, û weha jî got: “Hîn jî rêjîm pişta xwe bi çareseriya leşkerî girêdid, û karê wî yê li ser xakê vî tiştî diyar dike”, û dît ku civaka navdewletî berpirs e di ber vî tiştî de.
Û Alherîrî piştî rûniştineke xwe li gel şanderê navdewletî bo Sûriyê Stavan De Mestora, bal kişand ser ku şanda desteya danûstandinan raporek taybet daye şanderê navdewletî, û her weha yadnemeyek daye emîndarê giştî û encumana ewlehiyê û komkara Erebî û dostên gelê Sûriyê, û diyar kir ku ew rapor“ bi hûrgilî rastiya rewşa mirovî li Xûta şirove dike, û daxwaza rakirina dorpêçê û sizakirina tewankarên ku tewanên giran li Sûriyê pêktînin dike”.
Û amaje kir ku ew şande hîn jî di gengeşeyan de ye li gel NY ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya jidil, û bal kişand ser ku rêjîm metirsîdartirîn tewanan dijî xelkên me yên Xûta Rojhiat pêktîne, û tekez kir ku niha hejmarek mezin ji jin û zarok û birîndaran hewcedarî derxistina ji wê deverê ne, lê rêjîm nahêle derkevin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî