Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî, doktor Nesir Alherîrî, daxwaza danîna sînorekî ji bêkarkirina rijêmê ji komîta destûrê re kir, û hişyarî da ku heye ev kar pirosesa siyasî bi tavayî asteng bike.
Û di daxwiyaniyekê de ji ajansa Anadol re, Herîrî dît ku helwesta rijêmê ne surpirîz bû, û got: “Bîranîniên me yên tal û nexweş ên danûstandinên Cinêvê û qonaxên rûniştinên wê yên berê hene”, û tekez kir ku “viyana çareseriya siyasî” li rex rijêmê tuneye.
Û amaje kir ku şanda desteya danûstandinan pênc pêşinyar bo xişteya kar di qonaxa derbasbûyî ya karê Komîta Destûrê de pêşkêş kirin, di heman dema sûrbûna şanda rijêmê li ser stûnên niştimanî, û got ku armanc jê ew e nehêlana pêkanîna ti pêşketinê di karê komîtê de.
Û got: “ Eger ev tişt weha berdewam bimîne, wê viyana astengkirinê berdewam be, bêyî gihiştina çareseriya siyasî ya daxwazkirî ji hemî Sûriyan”.
Û tekez kir ku desteya danûstandinan xwedan viyaneke rast û xurt û jidil e, ji bo biserxistina pirosesa destûrî, û bal kişand ku ew dê berdewam bin di bikaranîna hemî karînan ji bo nehêlana astengî û dijwariyên ku rijêm li pêşiya komîta destûrî datîne.
Û bal kişand ser ku xişteya kar erkê Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî ye, û piştgiriya xwe nîşan da ji helwesta Netewên Yekbûyî re ya lidarnexistina ti rolên nû berî lihevkirina li ser xişteya kar, û got: “ Tunebûna piroseseke siyasî, çêtir e ji hebûna pirpseseke siyasî ya binav”.
Û tekez kir ku wê qonaxeke rûniştina nû ya ji bo destûrê tunebe, eger xişteyeke kar a li gor bingehên rêkên kar yên ku rijêmê û desteya danûstandinan li ser li hev kirine tune be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî