Fûad Alîko, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku nabe partiya PYDê bibe nûnerê gelê kurd li Sûriyê, nemaze piştî destdirêjiyên wê yên dawiyê li ser navçeyên şoreşê, bi piştgiriya hêzên Esed û di bin sîbera firokên Rûsî de.
Alîko da zanîn ku PYDê rêxistinek karmend e, û ne pêwendîdar e bi gelê kurd û nejî bi berjewendiyên wî yên netewî, lê ew rêxistineke xizmeta berjewendiyên rêjîma Esed û Rûsiya di Sûriya û navçeyê de dike.
Herwiha Alîko got ku daxuyaniyên duhî yên nûnerê rêjîma Esed yê di NY de Bişar Elceferî ku pêşketinên mîlîşên “PYD” ê bidestxistin ew serkeftinek hevbeş e digel artêşa rêjîmê, û rêjîm rasterast piştgiriya wê dike, ev yek bi yekcarî eşkera dike ku ev rêxistin dûre ji pirojeyê netewî yê kurdî û ji şoreşa Sûriyê, herwiha ev yek biyekcarî rê digire li ber her daxwaza ji aliyê partiyekê yan her hêzeke navdewletî ji bo tevlîkirina wê di çi şandeka opozisyonê de di piroseya siyasî ya bê de.
Jêder: Hevbendî