Desteya Bilind Ya Danûstandinan, êrîşên Esed yên ku roj bi roj gurtir dibin li ser deverên Sûrî li Şam û Heleb û Idlib û Hema û Laziqiyê şermezar kirin.
Axêverê bi navê Desteya Bilind Ya Danûstandinan Salim Elmislit, dît ku bombebarana rêjîma Esed ne tenê êrîşeke hovaneye li ser gelê Sûriyê ye, ew êrîş e li ser Prosesa Cinêv jî, û bi xurtî tekezî li ser ku divê kuştin raweste kir, ji bo derfet bête dan ji bo dubare-destpêkirina Danûstandinan.
Û Almislit bi navê Desteyê, daxwaz ji civaka navdewletî kir ku gelê Sûriyê biparêzin, û nehêlin Esed helmeta xwe ya bombebarankirê bi bermîlên teqîner û dorpêçkirinê berdewam bike, û nerazîbûna xwe diyar kir derbarê bêkarînbûna NY der barê parastina sivîlan ji stemkariya Rêjîmê û hevpeymanên wê.
Û Almislit ji Potîn xwest ku Esed ji binpêkirina rêkeftinên navdewletî rawestîne, ew rêkeftinên Rûsiya bi xwe pejirandine.
Û Mislit ji serokên cîhanê xwest ku fişaran li Potîn bikin, û Rawêjkara Almanî ya ku dawaza deverên aram kir, kir nimûne, ew deverên aram yên ku çênabin heta ku Esed, jêdera terorîstiyê, di desthilatê de berdewam e.
Jêder: Hevbendî